Talîbanê parêzgeha Xezneyê jî kontrol kir

Tevgera Talîban parêzgeha Xezne ya 150 km li başûrê Kabulê ye, kontrol kir. Li hin deveran şerê di navbera leşkerên Efgan û endamên Talîbanê de berdewam dike.

Talîbanê parêzgeha Xezneyê jî kontrol kir
12 tebax, 2021   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyeke AFP’ê ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniya serokê Encûmena Parêzgeha Xezneyê Ehmed Feqîrî, îro di saetên sibehê de bajarê Xezne ketiye destê çekdarên Talîbanê.

Feqîrî ragihand ku bajar bi temamî ketiye destê Talîbanê û çekdar li avahiyên hikumetê bi cih bûne. Feqîrî got li hinek deverên bajêr şer berdewam e.

Her wiha li parêzgehên Badxeys û Hirat, şerekî dijwar di navbera artêşa Efganistanê û Talîbanê de rû dide û herî kêm 60 çekdarên Talîbanê hatine kuştin.