ꞌBêyî dîtina xwînê nikare roja xwe biqedîne!ꞌ

Dayîka zarokê ku îşkence lê hatiye kirin, hûrgiliyên îşkencekirina kurê xwe ji aliyê hevserê wê ve ji ajansa me re parve kir û got: "Ew berê çeteyekî DAIŞ`ê bû û bêyî dîtina xwînê nikare roja xwe biqedîne."

ꞌBêyî dîtina xwînê nikare roja xwe biqedîne!ꞌ
10 tebax, 2021   07:13
DÊRAZORÊ

Hefteya derbasbûyî li bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê kesê bi navê Ebdullah Ewad El-Şihab hevjîna xwe û kurê wê îşkence dikirin. El-Şihab ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate girtin.

El-Şihab li zarokê hevjîna xwe Yûsif ê 3 salî da, îşkence kir û bi alavên tûj neynûkên wî jê kirin. Di heman demê de da ku dayika wî nêzî kurê xwe nebe heqaret lê dikir û nedihişt ku parastina kurê xwe bike.

Ajansa me hevdîtin bi dayika zarok a bi navê Fatma El-Dexîl re çêkir. Fatma El-Dexîl diyar kir ku beriya bi El-Şihab re bizewice, wî jê re gotiye ku ew ê kurê wê yê ji hevserê wê yê berê, xwedî bike.

ꞌBI ZINCÎRAN EW GIRÊ DIDA Û JI BO LÊDANÊ ÇAKÛÇ BI KAR DIANÎꞌ

Fatma El-Dexîl wiha dewam kir: "Piştî ku em zewicîn min nas kir ku ew hebên hişbir bi kar tîne, ji nişkê ve dest bi qêrîn, lêdan û dijûnan dike. Ez neçar dikirim ku ez kurê nêzî kurê xwe nebim û pê re mijûl nebim û digot; min ev zarok bi perê xwe kiriye û ez ê te jî berdim."

Fatma dibêje ku wê gelek caran digot belkî hevserê wê şêwazê xwe biguhere, lê belê roj li pey rojê hovîtiya li dijî wê û kurê wê zêdetir dikir û ji ber îşkence û lêdana ku li wê û Yûsif dikir, neçar maye ku ji malê bireve.

Fatma wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lingên min bi zincîran girê dida û li pêşiya çavên min li kurê min dida, endamên laşê wî bi tayekî zirav girê didan û neynûkên wî radikirin û bi çakûçê lê dida. Her wiha laşê wî dişewitand, porê wî hil dikir û ji bo ku dengê qêrîn û hawara wî nebihîze; paçek dixist devî wî."

ꞌBERÊ ÇETEYEKÎ DAIŞ`Ê BÛꞌ

Der barê hovîtîiya El-Şihab de Fatma wiha got: "Çeteyekî DAIŞ`ê bû, bêyî dîtina xwînê nikare roja xwe biqedîne, ji ber ku dema di nava DAIŞ`ê de bû, bi bûyerên kuştinê û rijandina xwînê re rû bi rû bû. “

ꞌEZ NEÇAR DIKIRIM KU HEBÊN HIŞBIR BI KAR BÎNIMꞌ

Fatma El-Dexîl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hebên hişbir dida min û îdia dikir ku ew hebên êşa piştê ne û bi zorê dihîşt ku ez bixwim. Lê di rastiyê de wî ev dem bi kar dianî û li kurê min dixist. Dema min ew heb vedixwarin ez radizam, di demên dawî de min bandora wan li ser xwe hîs kir, ji bo wê êdî min ew heb diavêtin û ji wî re digot ku ez vedixwim."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/am_P2EDWV-k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>