Nivîsgeha Parastina Zarokan banga cezakirina rayedarên Tirk kir

Hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan Di Şerên Çekdarî De ya Meclisa Kantona Hesekê diyar kir ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî zarokan tevahî peyman û rêgezên navneteweyî bin pê dike û got, ji ber van sûcan divê rayedarên dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî werin darizandin.

Nivîsgeha Parastina Zarokan banga cezakirina rayedarên Tirk kir
10 tebax, 2021   07:20
HESEKÊ

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2`yê Kanûna 2019`an li dijî şêniyên Efrînê yên ku bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne komkujî pêk anî û di encamê de jê 8 zarok bi giştî 10 sivîl şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn.

Dagirkeriya Tirk di 3`yê Tebaxê de li dijî şêniyên gundê Safewiyê yê navçeya Eyn Îsayê komkujiyeke din pêk anî, di encamê de ji malbatekê 4 kes; bav Zêdan Xelef Îsa yê 45 salî û zarokên wî Ziyad ê 12 salî û keçên wî Mûna û Huda şehîd bûn.

SÛÇÊN BELGEKIRÎ

Têkildarî mijarê hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan di demên şer de ya Meclisa Kantona Hesekê Xalid Cebir got: "Komkujî û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser zarokên li herêmên Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî, navçeya Til Rifet û bajarokê Eyn Îsayê berdewamkirina rêzesûcên wan ên li herêmên dagirkirî ne ku bi belgeyan hatine isbatkirin."

/ar/uploads/files/2021/08/10/071207_dsc_0007-28large29.webp

Li gorî qanûn û belgeyên navneteweyê ku gelek welatan li ser îmze kirine, di rewşên şer de divê qanûnên şer werin pêkanîn, nabe avahiyên sivîlan, zarok û kesên bi temen werin hedefkirin.

Xalid Cebir da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sûcên xwe yên li dijî gelên herêmê, bi taybet sûcên li dijî zarokan hemû peymên navneteweyî, nexasim peymana têkildarî parastina zarokan di şer de ku sala 1989`an hatiye mohrkirin bin pê dikin.

Cebir bi domdarî got: "Dewleta Tirk civata navneteweyî û qanûnên navneteweyî derbas dike, zarokan di nava refên xwe de bi çek dike da ku wan ji bo berjewendiyên xwe di şerên li tevahî cîhanê bi kar bîne."

ꞌHEDEFKIRINA ZAROKAN SÛCEKEꞌ

Xalid Cebir da zanîn ku hedefkirina zarokan sûcekî şer e, divê civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî erkên xwe bi cih bînin û sûcdaran li dadgeha cezayan a navneteweyî ceza bikin.

Cebir da zanîn ku nepêkanîna qanûnên navneteweyî tê wateya destekdayîna dewleta Tirk û çeteyên wê di sûcên li dijî mirovahiyê û bi taybet zarokan de.

Di dawiyê de Cebir bang li rêxistanên hiqûqî yên navneteweyî û civata navneteweyî kir li hemberî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî zarokan bisekinin û sûcdaran li dadgehên navneteweyî darizînin.

(eh)

ANHA