​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana dagirkirinê ya çeteyên dewleta Tirk têk bir

Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a pêşveçûyîna ber bi gundê Hoşeriyê yê bakurê Minbicê ve, têk bir.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana dagirkirinê ya çeteyên dewleta Tirk têk bir
10 tebax, 2021   07:08
MINBIC

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê got şervanên meclisê piştî şerê ku heta demekê dewam kir, hewldaneke çeteyên Mertala Firatê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şikandin.

Navendê di daxuyaniya xwe de ku duh bi şev weşandiye piştrast kir ku di encama berxwedana şervanan de ew hewldan têk çûye.

Di daxuyaniyeke cuda de, navendê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya gundê Qîratayê careke din gundên Hoşeriyê û El-Cat ên bakurê Minbicê topbaran kirin.

 (şx)

ANHA