'Divê modela Rêveberiya Xweser li seranserê Sûriyê pêk bê'

Rûspiyê eşîra El-Bû Xemîs a Tebqayê got, divê projeya Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyê were pêkanîn da ku yekitiya xaka Sûriyê were misogerkirin.

'Divê modela Rêveberiya Xweser li seranserê Sûriyê pêk bê'
10 tebax, 2021   06:37
TEBQA

Rûspiyê eşîra El-Bû Xemîs li bajarê Tebqayê Şêx Hisên Raşid diyar kir ku Rêveberiya Xweser baş hatiye lêkolînkirin û bi kurahî hatiye xwendin û got: "Ev yek bi rêya saziyên wê yên di civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar dike ku hemû pêkhate û mezheban cihê xwe tê de digirin. Rêveberiya Xweser hewl dide derfetan ava bike û xwestekên gelê herêmê pêk bîne, ji lew re divê modela Rêveberiya Xweser li gelemperiya Sûriyê were pêkanîn ji ber ku gaveke erênî ber bi çareseriya aloziya Sûriyê ve ye."

ꞌNE PROJEYEKE PARÇEKIRINÊ YEꞌ

Şêx Hisên Raşid destnîşna kir ku projeya Rêveberiya Xweser ne projeyeke parçekirin an jî dabeşkirinê ye, lê belê sîstemeke siyasî û aborî ye hewl dide hevkariyê di navbera rêveberiyan de ava bike, da ku di hemû qadan de edalet û wekhevî were misogerkirin.

Raşid daxuyaniyên rayedarên hikumeta Şamê ku dibêjin 'Rêveberiya Xweser amûreke ji bo lawazkirina Sûriyê ye' şermezar kirin û got: "Ev daxuyanî ne li gorî rastiya rewşê hatine nivîsandin, projeya neteweya demokratîk alternatîfa pêşxistina Sûriyê ye, her wiha ji aloziya ku ev 10 salin berdewam dike çareserî ye."

ꞌRÊVEBERIYA XWESER JI BO YEKITIYA SÛRIYÊ ALTERNATÎFEKA HERÎ RAST E'

Rûspiyê eşîra El-Bû Xemîs îşaret pê kir ku projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alternatîfa herî durist ku dikare yekitiya xaka Sûriyê ava bike û diyar kir ku sîstema nenavendî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî gelek armanc in ku tevde ji bo xizmeta herêmê û pêşxistina civakan ne.

Raşid destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ya serkeftî ye ku dikare rê li pêşiya parçekirina Sûriyê bigire û divê li ser asta Sûriyê wekî alternatîfekî realîst were pêkanîn.

Şêx Hisên Raşid wiha dawî li gotina xwe anî: "Hebûna hikumê nenavendî li Sûriyê û modela wê ya ku di Rêveberiya Xweser de pêk hatiye, hewl dide rewşa Sûriyê baştir bike û ber bi pêşerojeke serkeftî ve biçe da ku li herêmê bi roleke şaristanî, pêşnegtî û siyasî rabe."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DgGnMgDEWgk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>