Hêzên dagirker gundên Şêrewayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundê Meyasê û derdora gundê Birc Qas yên navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê ya dagirkirî, topbaran dike.

Hêzên dagirker gundên Şêrewayê topbaran dike
10 tebax, 2021   05:48
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker gundê Meyasê û derdorê gundê Birc Qas yên navçeya Şêrewa a girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî, bi obîsan tobparan dike.

Di demên dawîn de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî navçeyên Eyn Îsa û Til Temir û herêma Efrînê, zêde kirine.

(cx)

ANHA