‘Dayika şervanan’ li eniyên şer ên gundewarê Girê Spî li ber xwe dide

Selwa Ebo bi mayîna li mala xwe ya li eniya şer, li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide. Dayika Selwa diyar dike ku ew xwe wek ‘dayika şervanan’ dibîne ku axa herêmê diparêzin.

‘Dayika şervanan’ li eniyên şer ên gundewarê Girê Spî li ber xwe dide
10 tebax, 2021   05:28
EYN ÎSA-DICLE EHMED

Selwa Ebo (64) li gundê Bîrzinar ê rojavayê kantona Girê Spî yê li eniya şer, bi tena serê xwe dimîne.

Tevî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her tim gund dikin hedef, lê dayika Selwa qebûl nekir ji gund derkeve û li mala xwe li ber xwe dide.

Selwa debara xwe bi çandina sebzeyan dike ku ji ber hedefgirtina domdar a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, nema şêniyên wê dikarin jiyana xwe ya asayî bidomînin û karên xwe yên rojane mîna çandinî û xwedîkirina sewalan pêk bînin.

Dayika Selwa ji ajansa me re axivî û got: “Berxwedana şêniyan a li rex şervanan sedema serkeftinê ye.”

Dayika Selwa bi têkoşîna xwe ji şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî re bûye palpişt ku hêz û israra xwe li ser berdewamkirina têkoşînê jê digirin. Dayika Selwa xwarinê ji şervanan re çêdike, wan teşwîq dike ku li hemberî tima û planên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin û berdêl çi dibe bila bibe axa xwe biparêzin.

Dayika Selwa hestên xwe wiha rave dike “Em hêvî dikin ku şervanên me li hemberî dagirkeriya Tirk bi ser bikevin, axa dagirkirî rizgar bikin û aştiyê ji nû ve li herêmê peyda bikin da ku koçber vegerin warên xwe.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li baregeheke li nêzî gundê Bîr Îsa yê rojhilatê depoyên Şirgirakê yên li navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî bi cih bûne, rojane bi çekên giran jîngehan topbaran dikin da ku wan bidin koçberkirin û rûbera herêmên dagirkirî firehtir bikin.

Herî dawî li gel bêdengiya Rûsya û civata navneteweyî dewleta Tirk a dagirker komkujiyek li gundê Sefawiye yê li başûrê rêya navneteweyî pêk anî ku di encamê de malbatek bû qurbanî û zirarên mezin gihaştin milkên sivîlan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6mhbTDZNKKg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>