Şerê di navbera çeteyan de gihişt navçeya Cindirêsê

Şerê li bajarê Efrîna dagirkirî yê di navbera çeteyên dewleta Tirk de berfireh dibe û gihişt navçeya Cindirês.

Şerê di navbera çeteyan de gihişt navçeya Cindirêsê
9 tebax, 2021   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji seatên derengî şev ve, şerê di navbera komên çete yên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê berdewam dike. Şerê li ser parvekirin milkên şêniyan dest pê kir.

Li gorî agahiyên ku navçeyên herêmî dane ANHA'yê, şerê di navbera çeteyên "Ehrar El-Şerqiya" û çeteyên "Furqeya 9" de duh saetên derengî şevê li navenda bajarê Efrînê dest pê kir, piştre belavî navçeya Racoyê bû û vê êvarî gihişt navçeya Cindirêsê. Çavkaniyan ragihandin ku sivîlên li bajêr metirsîdar in, nexasim piştî ku hin sivîl hatin kuştin.

Çavkaniyan her wiha ragihandin ku di şerê şevê din ên li bajarê Efrînê û Racoyê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Li gorî çavkaniyan di şer de hemû cureyên çekan hatine bikaranîn, her wiha çeteyên Furqeya Yekemîn û çeteyên Lîwa Şemal jî beşdar bûne.

Şerê li Efrîn, Raco û Cindirêsê berdewam dike.

ANHA