​​​​​​​TAJÊ'yê banga serbestberdana endamên RJAK’ê li PDK'ê kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi daxuyaniyekê pirsa aqûbeta endamên RJAK’ê yên ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin, kirin.

​​​​​​​TAJÊ'yê banga serbestberdana endamên RJAK’ê li PDK'ê kir
9 tebax, 2021   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

TAJÊ li navenda Şengalê li ber derê avahiya xwe bi daxuyaniyekê pirsa aqûbeta endamên Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ên dema vegera ji Şengalê li ketina Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibûn destgîrkirin, kirin

Daxuyanî bi tevlîbûna hemû endaman ji aliyê endama TAJÊ’ Meysûn Hesen ve hate xwendin.

Hesen destnîşan kir ku endamên RJAK’ê di salvegera fermanê de hatibûn Şengalê ji bo êşa Êzidiyan parve bike û şehîdên fermanê bibîr bînin.

Meysûn diyar kir ku ew vê helwesta PDK’ê şermezar dikin û got: “Endamê RJAK’ê ji bo bîranîna qurbaniyên Şengalê û fermanê hatibûn Şengalê. Da nîşandan ku ew jin êşa Şengalê hîs dikin û weke êşa xwe dibînin.”

 

Endama TAJÊ bal kişand ser helwesta PDK’ê û got: “Dema endamên RJAK’ê vedigerin, li ketina Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve tên girtin. RJAK li Iraq û Herêma Kurdistanê saziyeke fermî ye. Nabe ku bên girtin. Em vê yekê ji hikûmeta Herêmê re qebûl nakin ku jinên ji bo berjewendiya Êzidiyan hatine herêmê werin girtin.”

Meysûn Hesen wiha domand: “Em TAJÊ heta dawî li gel wan in, bêdeng namînin. Bang dikin tavilê berdin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bimre Xiyanet’ bi dawî bû.