​​​​​​​Li Kobanê ji ber teqîna mayîna DAIŞ'ê 4 zarok birîndar bûn

Li gundê Şiyûx ê bajarê Kobanê ji ber teqîna mayîneke çeteyên DAIŞ'ê 4 zarok birîndar bûn.

​​​​​​​Li Kobanê ji ber teqîna mayîna DAIŞ'ê 4 zarok birîndar bûn
9 tebax, 2021   13:41
KOBANÊ

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:  "Duh 8'ê Tebaxê li gundê Şiyûx ê Kobanê mayînek ji bermahiyên rêxistina terorîst a DAIŞ'ê teqiya, 4 zarok ku pezê xwe li zeviyên çandiniyê diçêrandin birîndar bûn. Zarok ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Em ji gelê xwe re teqez dikin ku di her mercan de em ji bo peydakirina ewlehiyê li tevahî herêmên me dixebitin û ji di rewşên awarete de amade ne parastina ewlehiya welatiyan biparêzin."

ANHA