PYD’ê sersala hîcrî pîroz kir

PYD`ê salvegera sersala hîcrî pîroz kir û destnîşan kir ku biratî û jiyana hevbeş cewhera rastîn a îslamê rave dikin.

PYD’ê sersala hîcrî pîroz kir
9 tebax, 2021   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya sersala hicrî (koça pêxemberê îslamê) peyameke pîrozbahiyê da.

PYD`ê di peyama xwe de destnîşan kir ku cewhera rastîn a îslamê li ser biratî, hevgirtin û jiyana hevbeş ava dibe.

PYD`ê gelê Sûriyê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê boneyê pîroz kirin û hêvî kir ku aştî, ewlehî û hezkirin di nava cîhanê û civaka îslamî de belav bibe.

(şx)

ANHA