Şêniyên gundewarên Serêkaniyê ji sûcên çeteyan bêzar bûne

Li gundewarên rojavayê herêma Serêkaniyê ji ber sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê, gel bêzar bûye.

Şêniyên gundewarên Serêkaniyê ji sûcên çeteyan bêzar bûne
9 tebax, 2021   10:25
HESEKÊ

Di dîmekê de ku gihîştiye ber destê ajansa me, diyar dibe ku bi dehan şêniyên gundê El-Rawiye yê rojavayê bajêr, xwepêşandanekê li dar dixin.

Çavkaniyan ji ANHA`yê re destnîşan kir ku îro di saetên sibê de şêniyên gundê El-Rawiye ji ber sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê, di serî de çeteyên Şûheda El-Bedir ên girêdayî çeteyên Koma El-Hemzat, xwepêşandan li dar xist.

Di dîmenan de diyar dibe çawa welatî behsa diziya çeteyan û binpêkirinên li dijî wan dikin.

Her wiha çavkaniyeke din ji gundê Menacîr ê rojhilatê bajarê Serêkaniyê ragihand ku çete bacan li sivîl û zeviyên çandiniyê yên li gundewarên rojhilatî bajêr ferz dikin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rVJJ7-cOLH0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>