Rêveberiya Xweser dê nûnertiya xwe li Cinêvê veke

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropayê îro ragihand ku ew ê îro li bajarê Cinêv ê Swîsreyê bi awayekî fermî nûnertiya xwe vekin.

Rêveberiya Xweser dê nûnertiya xwe li Cinêvê veke
9 tebax, 2021   10:20
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Ewropayê îro daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku dê îro li bajarê Cinêvê nûnertiya xwe vekin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku serkeftinên siyasî û leşkerî bi dest xistin û fedakariyên mezin dan, bi taybet di şerê li dijî DAIŞ`ê de ku QSD`ê rola herî mezin di wê yekê de lîst, êdî girîng e ku rêveberî li welatên di doza Sûriyê de bi bandor in ên wekî Almanya, Fransa û Siwêdê, nûnertiyên xwe veke.

Nûnertiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku armanc ji vekirina nûnertiyan, pêşxistina têkiliyên bi welatên din ên Ewropayê re ye û wiha got: “Gava me ya pêş, vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Swîsreyê ye. Ji ber ku ev yek xwedî girîngiyeke mezin e û bi taybetî di doza Sûriyê de. Ji ber ku li Swîsreyê gelek kongrayên girîng ên ji bo danîna nexşerêyeke çareseriyê ji aloziya Sûriyê re hatin lidarxistin. Ji ber vê armancê, em ê îro li bajarê Cinêv ê Swîsreyê nûnertiya xwe vekin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku vekirina nûnertiyê di çarçoveya danîna têkiliyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumet û gelê Swîsreyê de pêk tê û wiha dewam kir: “Ev yek bi armanca pênasekirina projeya Rêveberiya Xweser û nêrînên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û mekanîzmeya hukmê ya pêşerojê, pêk tê. Her wiha bi armanca mayîndekirina têkiliyên me yên dîplomatîk û mayîndekirina aramî û îstiqrarê li herêmê bi rêya hevkariya hevbeş di aliyên siyasî û çandî de pêk tê, nexasim ku hîna gefa DAIŞ`ê li ser mirovahiyê û tevahî cîhanê dewam dike.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê dide komên radîkal û terorîst ku herêmên bakurê Sûriyê û bi taybetî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir dike û wiha domand: “Ev dagirkirin li dijî hemû nirxên mirovî ye. Nûnertiya me dê kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî ji rêxistinên navneteweyî re eşkere bike û dê bibe navbeynkar di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û aliyên fermî û nefermî yên li Swîsreyê de. Her wiha dê karê welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Swîsreyê hêsan bike.”

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropayê hêvî kir ku nûnertiya wan li Cinêvê karibe têkiliyên dîplomatîk û civakî yên bi gel û hikumeta Swîsreyê re pêş bixe û bikeve xizmeta gelên Sûriyê û Swîsreyê.

(cx)