Çeteyên dewleta Tirk li navenda Efrînê û navçeya Raco bi hev ketin

Duh di saetên derengiya şevê de li navenda bajarê Efrînê di navbera çeteyan de şer derket û hejmareke çeteyan dewleta Tirk hatin kuştin. Piştre çete li navçeya Reco jî bi hev ketin.

Çeteyên dewleta Tirk li navenda Efrînê û navçeya Raco bi hev ketin
Çeteyên dewleta Tirk li navenda Efrînê û navçeya Raco bi hev ketin
Çeteyên dewleta Tirk li navenda Efrînê û navçeya Raco bi hev ketin
9 tebax, 2021   07:48
ŞEHBA

Şevê din di saetên derengiya şevê de, li bajarê Efrînê yê dagirkirî di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de ji ber parvekirina mal û milkên sivîlan ku didizin şer derket û heta seatên vê sibê jî berdewam kir.

Li gorî agahiyan ku ajansa me bidest xist ku şer ji kolana Vêlat a navenda Efrînê dest pê kir û ber bi taxên bajêr ve çû. Paşê şer li navçeya Racoyê jî rû da.

Li gorî ku çavkaniyan ji nûçegihanê re me ragihand, di şerê di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û Furqeya 9`an de hemû cureyên çekan hatin bikaranîn. Her wiha Furqeya yekemîn ya bi navê Lîwa El-Şemal jî tev li şer bû.

Çavkaniyan destnîşan kir ku yek ji serçeteyên Furqeya 9`an ê bi navê Ebû Ebdo Elolo di şer de bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya bajarê Ezazê, her wiha sivîl jî hatin kuştin.

Li gorî heman çavkanî, karwanekî mezin ji erebeyên leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji bajarê Ezazê gihaşt bajarê Efrînê.

Li Efrîna dagirkirî heta van kêliyan nearamî heye û çete li taxên bajêr belav bûne.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku li nêzî mizgefta Fatma El-Zehra ya li navenda bajarê Babê, piştî ku karwanî leşkerî ber bi Efrînê ve bi rê ket, mayînek ku di erebeyeke ji cureya "Cîp Centafe" de hatibû bicihkirin, teqiya. Di encamê de zerarên madî çêbûn.

(bx)

ANHA