Rojnameyên erebî: Şerê li Derayê garantiya Rûsya lawaz dike

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de, behsa şerê domdar li Derayê, şerên li Efganistanê û rewşa Îxwan Muslimîn li Lîbyayê piştî serhildana li dijî tevgera Nehdayê li Tûnisê, kir.

Rojnameyên erebî: Şerê li Derayê garantiya Rûsya lawaz dike
9 tebax, 2021   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

GURKIRINA ŞER LI DERAYÊ, GARANTIYA RÛSYAYÊ LAWAZ DIKE

Destpêkê têkildarî rewşa bajarê Dera yê Sûriyê û şerê li wê derê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Ruxmî sozên Rûsya di çend rojên dawîn de yên bidawîkirina şer li Derayê, lê belê li herêmên Dera El-Beled û taxa rêya Sed û Muxeyem çekdarên herêmî ketine seferberiyê. Çekdaran duh hewldana hêzên Furqeya 4`an a pêşdeçûnê li xeta di navbera herêmên dorpêçkirî yên Dera El-Beled û herêmên bicihbûna hêzên rejîma Sûriyê de, têk birin.

Çalakvan Osman El-Musalime ji Dera El-Beled got komîteya navendî ya danûstandinan xwe amade dikir da ku duh (yekşemê) bi şandeyeke Rûsya ya nû gihaştiye parêzgeha Derayê re bicive. Her wiha daxuyand ku hêzên Furqeya 4`an peyman û danûstandinan binpê dikin û êvara Şemiyê mala endamê komîteya navendî Ebû Şerîf El-Mihamîd ya li Dera El-Beled topbaran kir, di encamê de mala ku dihat payîn li wir civîna aliyê rûsî bi komîteya navendî re bê lidarxistin, hate rûxandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û Furqeya 4`an topbarankirina Dera El-Beled, Muxeyem Dera û rêya Sed, herêma El-Ecemî, derdorê Rey ya rojhilatê Mizêrîb û derdorê bajarê Tefes ê li rojava, dewam kiriye.

TALÎBAN SERKEFTINEKE GIŞTÎ DIXWAZE

Rojnameya El-Ereb jî behsa şerê li Efganistanê kir û wiha nivîsî: “Tevgera Talîban hewl dide serkeftineke giştî bi dest bixe û xuya ye ku dixwaze bi lez bajarên mezin bixe destê xwe. Talîbanê roja yekşemê dor li bakurê Efganistanê teng kir û piştî ku di mehên dawîn de piraniya gundewaran xist bin kontrola xwe, duh 3 paytextên wîlayetan jî xistin bin kontorla xwe.

Ji roja înê ve, endamê tevgera Talîbanê 5 paytextên wîlayetan bi dest xistin û wê yekê zexteke mezin li hêzên hikumetê çêkir.

Pêşketina bi lez a endamên Talîbanê, hêzên hikumeta Efgan matmayî hiştin. Lê belê roja şemiyê piştî ku balafirên şer ên Amerîkayê nuqteyên Talîbanê li Şebirxanê bombebaran kirin, hêzên hikumetê piştgiriyeke manewî girt.

Çavdêr dibînin ku êrişên Amerîka li dijî Talîban bê sûd in û armanc jê ew e ku Amerîka nîşan bide ku ew li kêleka hevalbendên xwe yên Efgan e û ew bi tenê li hemberî Talîban nehiştine.”

PIŞTÎ ÎZOELKRIINA ÎXWANÊN TÛNISÊ, ÎXWANÊN LI LÎBYAYÊ BI FIKAR IN

Rojnameya El-Beyan jî behsa rewşa Îxwanên Muslimîn li Lîbyayê kir, nexasim piştî serhildana gel li dijî tevgera Nehda li Tûnisê û wiha nivîsî: “Piştî serhildana li djî Îxwanên Tûnisê, Îxwanên li Lîbyayê jî rastî zextê tên. Çavkaniyên xwedî agahî ji paytexta Lîbya gotin vê dawiyê li hejmareke bajarên rojavayê Lîbyayê civîn hatin lidarxistin, tê de çalakvanên ji paritya edaletê û avakirinê û koma çekdar beşdar bûn. Armanc ji civînan ew bû ku hewlesta xwe bikin yek da ku li dijî tevgerên gel ên ku wê banga hesabxwestina ji Îxwanan bikin, bisekinin.”

Çavkaniyan daxuyand ku Îxwanên Lîbya metirsîdar in û îzolekirina tevgera Nehda ya Îxwanî li Tûnisê wekî windahiyeke mezin ji projeya xwe ya herêmî û hevbendiyên xwe yên herêmî re, dibînin.”

(cx)