Li Dera El-Beled şerên demkurt rû didin

Li derdorê taxa Dera El-Beled di navbera hêzên Furqeya 4`an û çekdarên herêmî de şerekî dijwar rû dide. Heta niha ji bo bidawîkirina şerê li Derayê tu lihevkirin an çareserî nehatine peydakirin.

Li Dera El-Beled şerên demkurt rû didin
8 tebax, 2021   09:47
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), heta saetên berbangê li Dera El-Beled di navbera hêzên Furqeya 4`an û çekdarên herêmî de şerên demkurt rû dan. Ji aliyekî din ve jî hewldana Furqeya 4`an a pêşdeçûna li herêmê bi bin ket.

Li herêmê niha aramiyek heye. Tevî sozên Rûsyayê yên bidawîkirina şerê li Derayê jî, heta vê kêliyê lihevkirin an çareseriyek nehatiye dîtin.

SOHR`ê duh destnîşan kiribû ku hêzên hikumeta Şamê topbarana li dijî taxên Dera El-Beled dijwartir kiriye, li aliyekî din jî şerê bi çekên giran û hewldana hêzên Furqeya 4`an ên ketina taxên bajêr, dewam dikir.

(cx)