'Armanca êrişên dagirkeriya Tirk têkbirina vîna gelên herêmê ye'

Ciwanên Kobanê dan zanîn ku armanca dagirkeriya Tirk ji êrişên bêserûber ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkbirina vîna gelên herêmê ye û ji bo hêsankirina dagirkirina herêmê ne.

'Armanca êrişên dagirkeriya Tirk têkbirina vîna gelên herêmê ye'
8 tebax, 2021   07:17
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin, komkujî û sûcan li dijî sivîlan pêk tînin. Di destpêka vê mehê de dagirkeriya Tirk li navçeya Eyn Îsayê maleke sivîl kir hedef, di encamê de ji malbatekê 4 kes (bav û 3 zarokên xwe) hatin qetilkirin.

/ar/uploads/files/2021/08/08/063952_nwrwz-bwzan.webp

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Newroz Bozan wiha got: "Dagirkeriya Tirk bêserûber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc da ku projeya neteweya demokratîk têk bibe."

Newroz bi bîr xist ku beriya du rojan ve dagirkeriya Tirk navçeya Eyn Îsayê topbaran kir, ku di encamê sivîl şehîd bûn û anî ziman ku armanc ji van sûcan şikandina vîna gelê Kurd û hêsankirina dagirkirina herêmê ye.

Newroz bi domdarî got ger Kurdek li ser rûyê erdê mabe jî, ew nahêle dîroka Kurd were tunekirin û bang li ciwanan ki ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker serî hildin.

/ar/uploads/files/2021/08/08/063922_hjy-jmah.webp

Li aliyekî din jî endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Hecî Cuma wiha got: “Dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê, siyaseta koçberkirinê li herêmê dimeşîne.”

Cuma destnîşan kir ku divê Kurd li hember dagirkeriya Tirk parastina xwe bikin û heta nefesa dawî li ber xwe bidin.

/ar/uploads/files/2021/08/08/063937_slafa-aybw.webp

Girêdayî mijarê, endama Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Silava Îbo jî wiha got: "Dagirkeriya Tirk dixwaze Kurdan qir bike, tirsê bixe dilên wan û wan ji malên wan koçber bike. Ji lew re divê gelê Kurd xak û welatê xwe biparêze."

(fr)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LfYUOzFAqr0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>