Endamekî Komîteya Navendî ya HDK’ê li Hewlêrê hate kuştin

Endamekî Komîteya Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistanê (Rojhilat) li oteleke bajarê Hewlêrê hate kuştin. Li gorî HDK’ê endamê komîteya wan ya navendî Mûsa Babaxanî ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Endamekî Komîteya Navendî ya HDK’ê li Hewlêrê hate kuştin
7 tebax, 2021   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamekî komîteya Rêveber a Hizba Demokrata Rojhilatê Kurdistanê (HDK) yê bi navê Mûsa Babaxanî li oteleke Hewlêrê ya bi navê ‘Gulî Silêmanî’ de kuştî hate dîtin.

Piştî rêveberiya otelê rayedaran agahdar kir ku cenazeyek li otelê hatiye dîtin, asayîşa Hewlêrê lêkolîn derbarê mijarê de daye destpêkirin, piştî lêkolîn bi encambû wê raya giştî agahdar bikin.

Îro HDK têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bûyerê weke êrişa rejîma Îranê binav kir.

HDK ragihand, Babaxanî ji aliyê du kesan ve hatiye revandin û paşê jî kuştî hatiye dîtin. Her wiha hate gotin, li ser laşê wî şopên êşkenceyê jî hebûye.

Hate gotin, Mûsa Babaxanî xelkê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê bûye û di kongreya 17’an ya HDK’ê de weke rêveber hatiye hilbijartin.

Her wiha têkildarî nasnameya ew kesên kujer jî wê agahiyên zelaltir bi raya giştî re parve bikin.