Li Neqede ya Rojhlatê Kurdistanê êrişa nijadperestî: 2 Kurd hatin qetilkirin

Li bajarê Neqede yê Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişeke nijadperestî ya Azeriyan û hêzên rejîmê de du Kurd hatin qetilkirin.

Li Neqede ya Rojhlatê Kurdistanê êrişa nijadperestî: 2 Kurd hatin qetilkirin
7 tebax, 2021   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Neqede yê Rojhilatê Kurdistanê  îro di saet 10.00’ê berê nîvro de, kesek ku tê gotin Azerî ye û navê wî Yûnis Qadirî ye, êriş biriye ser çend welatiyên Kurd. Di encama êrişê de kesek bi navê Wirya Îbrahîmî hate kuştin.

Piştre kujer ji aliyê polîsên Îranê ve tê binçavkirin. Welatiyên Kurd piştî ev êrişa nijadperestî diherikin ber navenda polîsan, lê polis kujer ji wir direvînin. Piştî vê Azerî dadikevin qadê û bi dirûşmên nijadperestî yên wekî, ‘Bu torpaxtan pay olmaz, Soldoz Kurdistan olmaz’ ku tê wateya hûn nabin beşek ji vê axê û Soldoz nabe Kurdistan’ avêtin. Li ser zêdebûna aloziyan hêzên rejîmê ji bajarên derdor jî ji bo mûdexeleyê hêz şandin Neqede û di xwepêşandanê de Kurdek bi navê Mihemed hate qetilkirin.

Li gorî welatiyan, hêzên rejîmê destwerdan li kesên nijadperest nekiriye û êriş biriye ser Kurdan.