Îsraîlê navendên Hemasê yên li Xezayê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku balafirên wê li dijî navendên tevgera Hemasê yên li Xezayê êriş pêk anîne.

Îsraîlê navendên Hemasê yên li Xezayê bombebaran kirin
7 tebax, 2021   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin: "Ji bo bersivdayîna balonên şewatê ku ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, balafirên me kombûneke girêdayî tevgera Hemasê û navendeke avêtina moşekan, kirin hedef."

Li gorî tîma agirkujiyê ya Îsraîlê ku ji ber balonên şewatê, li herêma Eşkol a nêzî Xezayê 4 cih şêwitîne.

(bx)