​​​​​​​Hêzên hikumetê gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin. Çeteyên dewleta Tirk nuqteyên pêşîn ên li Kefernûran ê gundewarê rojavayê Helebê kirin hedef.

​​​​​​​Hêzên hikumetê gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin
6 tebax, 2021   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan derverên Beyinîn, Filêfil, derdora Kensefra, Fitîra û lûtkeyên çiyayê Zawiyê yên gundewarên başûrê Idlibê, her wiha Himêmat, Hisin û Qilêdîn ên Sehil El-Xab ên bakurê rojavayê Hemayê dan ber topan.

Li gorî SOHR, çeteyên Tirkiyê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Kefernûran ê gundewarê rojavayê Helebê kirin armanc. Têkildarî ziyanên mirovî agahî nehatin dayîn.  

SOHR, duh ragihandinbû, balafirên şer ên Rûsyayê du caran nuqteyên çeteyên Tirkiyê yên li Diweyîr Ekrad ê gundewarê bakurê rojavayê Hemayê bomebebaran kirin.

Li aliyekî din jî hate ragihandin hêzên Rûsyaya 3 caran derdora bajarokê Bara yê gundewarê Idlibê nêzî nuqteyeke dagirkeriya Tirk bomebebaran kirin.