Berpirsekî amerîkî: Niha tu planên me yên derketina ji Sûriyê tunene

Berpirsekî amerîkî ragihand, dema niha tu planên DYA'yê yên zelal ên derketina ji Sûriyê tune ye û got, DYA'yê dê piştgiriya QSD'ê di pêkanîna mîsyona tunekirina DAIŞ'ê de berdewam bike.

Berpirsekî amerîkî: Niha tu planên me yên derketina ji Sûriyê tunene
6 tebax, 2021   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî payebilind di rêveberiya Biden de ji Kovara Newsweek a amerîkî re daxuyand "Afganistan, Iraq û Sûriyê sê doz in ku tam ji hev cûda ne, nabe werin tevlihevkirin, ji bo Sûriyê em bawer nakin ku di dema heyî de di aliyê mîsyon an jî mayîn de tu guhertin çêbibin."

Berpirsê amerîkî her wih got: "Em bi bîr bixin, em li Sûriyê piştgitiya Hêzên Sûriya Demorkatîk di şerê wê yê li dijî DAIŞ'ê de dikin, ev yek gelekî serkeftî bû û em ê vî karî berdewam bikin."

Di aliyê siyasî de, rêveberiya Biden gelek armancên sereke ji bo welat diyar kirin.

Têkildarî vê yekê berprisê payebilind ê di rêveberiya Biden de got: " Têkildarî stratejiya me ya amerîkî li Sûriyê, me mîsyonên xwe yên sereke diyar kirin: Kêmkirina aloziya mirovî, firehkiirna çarçoveya şandina alîkariyên mirovî, domandina pêngava li dijî DAIŞ'ê, diyarkirina neqebûlkirina me ji binpêkirinên mafên mirovan re ku rejîm û aliyên din ên atîfk di aliyê Sûriyê de pêk tînin."

Derbarê cûdahiya siyaseta DYA'ê ya li Iraq û Sûriyê de, mîralayî yê di artêşa Amerîkayê de û berdevkê Hêza Erkên Hevbeş-Ezim El-Selib Wayne Maroto ji Newsweek'ê re got: "Li ser banga hikumeta Iraqê û koordîneya bi hêzên me yêb şirîtk- Hêzên Sûriya Demokratîk, hêzên ewlehiya Iraq û pêşmerge re mîsyona koalîsyonê têkbirina DAIŞ û şaneyên wê li herêmên diyar ên Sûriyê û Iraqê ye, her wiha amadekirina mercên peydakirin ewlehiya herêm û geşkirina aborî ye."

Berdevkê Wezareta Parastinê Anton T. Semmelroth, jî li ser armanca bingehîn ên hebûna leşkerî ya Amerîka li Sûriyê ji Newsweek re got: "DYA'yê dê hebûna xwe ya leşkerî li rojhilatê Sûriyê bidomîne da ku mîsyona xwe ya yekane li Sûriyê: Têkbirina mayînde ya DAIŞ'ê pêk bîne. Hêzên Amerîka û hêzên koalîsyonê dê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re vê kar bikin da ku vê mîsyonê bi ser bixin."