Agahî ji 3 jinên siyasetmedar ên ji aliyê PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, nayê girtin

Agahî ji du rêveber û endamek RJAK’ê ku ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê çûbûn Şengalê û di vegerê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, nayê girtin.

Agahî ji 3 jinên siyasetmedar ên ji aliyê PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, nayê girtin
6 tebax, 2021   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kir. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelek ve hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku me ji rêveberiya RJAK’ê girtiye, hîn jî serbest ne hatine berdan û ti agahî ji wan nayê girtin. Rêveberiya RJAK’ê diyar kir asayîşa Hewlêrê heya niha ne ew ne jî malbatan derbarê rewşa wan de agahdar nekirine û dazanîn malbat gelekî nîgeranin.

Hêjayî bibîrxistinêye du ji wan jinên hatine girtine, dayîkin û zarokên wan jî ji ber rewşa dayîkên xwe nîgeranin.