Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbat, parêzer û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
6 tebax, 2021   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rezan Sarisac, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo bi miwekîlê xwe re roja Duşemê hevdîtinê pêk bîne, serlêdn kirin.

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, wasiyê wî Mezlûm Dînç û girtiyên din ên li Îmralî birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Rêber Abdullah Ocalan ku di sala 1999’an ve bi komployekê dîl hate girtin û li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin di nava tecrîdê de ye.

Piştî 8 salan û şûnde parêzerên rêber Abdullah Ocalan 1,22’yê Gulana, 12,18’ê Hezîran û herî dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtin bi muwekîlê xwe re pêk anîbû. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve hemû serlêdan bê bersiv tên hiştin.