​​​​​​​Li Hesekê Navenda Kizwan a Çanda Jinê hate vekirin

Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Navenda Kizwan a Çanda Jinê li bajarê Hesekê vekir.

​​​​​​​Li Hesekê Navenda Kizwan a Çanda Jinê hate vekirin
5 tebax, 2021   21:05
HESEKÊ

Bi diruşma "Ji baweriya me bi hêza jina a afirandina û parastina rola xwe ya pêşeng di hemû qadên jiyanê de" Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Navenda Kizwan a Çanda Jinê li bajarê Hesekê vekir. Armanc ji vekirinê vê navnedê vejandina çanda jinên Kurd, Ereb û Suryan û pêşxistina wan e.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Şûkriya Mihemed bi xêrhatina beşdaran kir, vekirina navendê li gelên herêmê pîroz kir. Şûkriya Mihemed got, jiyana hevbeş a gelên herêmê çanda wan nîşan dide, vejandina çand û kevneşopiyê hewcedarî hêz û piştgiriya tevahî gelan, nexasim jinan e.

Her wiha got, ew di Kongreya Star de dê piştgiriya çanda jinan bikin û diyar kir ku jina bê çand hebûna wê tune ye.

Endama Koordînasyona Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo Sumeya Mihemd jî wiha got: "Jin bi çanda xwe tê naskirin, divê em jinên herêmê çanda xwe biparêzin, divê tevahî sazî destekê bibin çandê, ji ber ku dagirker her tim hewl didin çanda me bikin hedef."

Endama Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê Evîn Bîlal jî vekirina navendê li rêber Abdullah Ocalan û tevahî gelên herêmê pîroz kir û got: "Bi saya berxwedana jina azad a ku di hemû qadan de roleke pêşeng dilîze em ê biserkevin."

Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Delîl Cûda, Terva Osman ve hate vekirin.

Di dawiyê de Koma Gere Stêrk a jinan a stranan, Koma Arîn a govendê, Koma Şehîd Darsîn  a Şanoyê hunerên xwe pêşkêş kirin.

ANHA