​​​​​​​Leşkerên Tirk li nêzî sînor li zarokekî Kobanê da

Leşkerên dagirkeriya Tirk vê êvarê di dema zarokekî (15) ê ji Kobanê li ser sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de bû bi tundî li wî da.

​​​​​​​Leşkerên Tirk li nêzî sînor li zarokekî Kobanê da
5 tebax, 2021   21:03
KOBANÊ

Di dema zarokê bi navê Mihemed Şahîn (15) li nêzî sînorê di navbera Kobanê û xaka Bakurê Kurdistanê de li gel dergehê Murşid Pinar de bû, leşkerên Tirk ew girt bi tundî li wî da. Di encamê de zarok di serî û tevahî bedena xwe de bi giranî birîndar bûn. Piştî lêdanê li ber dîwarê sînor hiştin, heta piştre hin şêniyan dît û rakirin nexweşxaneyê.

Rewşa zarok niha aram e.

(fr)

ANHA