Dewreya yekemîn a perwerdeya li ser hunera şanogeriyê bi dawî bû

Dewreya yekemîn a perwerdeya li ser hundera şanogeriyê ku 40 rojan dewam kir, bi dawî bû.

Dewreya yekemîn a perwerdeya li ser hunera şanogeriyê bi dawî bû
5 tebax, 2021   18:48
KOBANÊ

Bi armanca pêşxistina hunera şanogeriyê li herêma Firatê,  Desateya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê 40 roj beriya niha dewreya perwerdeyê ya yekemîn li ser hunera şanogeriyê li Kobanê dabû destpêkirin.

Ji 20 kesên ku beşdarî perwerdeyê bûn, 12 kes man û yên din ji ber lawazbûn û nepabendbûna wan bi perwerdeyê hatin dûrxistin. Perwerde rojane 13 saet ji aliyê lîstikvan û şanogeran ve dihat dayîn.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Rodîn Yûsif ji ANHA'yê re got: " Rewşa hunera şanogeriyê li kantona Kobanê lawaz bû, ji ber vê yekê me dît ku pêwîst e bi şanoger û lîstikvanan re girêbestan çêbûn da ku dewreyên perwerdeyê vekin. Piştî bidawbûna vê dewreyên kesên derçûyî dê li pêşberî berpirsyartiyên mezin bin."

Perwerde li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê dihat dayîn. Kesên ku derçûn kêfxweşiya bi vê gavê anîn ziman.

Elî Keto yê beşdarî dewreya perwerdeyê bû jî got: "Aqşa min ji şanoyê re hişt ku ez werim vir, tu derfet mîna vê tune bû ku behreya xwe pêş bixin, lê piştî ku ku perwerdekarekî taybet hat êdî hêviyên min çêbûn ku bibin şanogerek."

Yusra Bozê jî ku beşdarî dewreyê bû wiha got: "Piştî derbasbûna 40 rojî li ser vekirina dewreya perwerdeyê ya taybet bi şanoyê êdî em dikarin ejnerjiya di hundirê xwe de derxînin, xwezî ev dewre ji zûde hatiba vekirin, dê niha rewşa şanoyê li kantona Kobanê cûdabûya. Em Şoreşa Rojava silav dikin ku rê li pêşiya me vekir ku du bi serbestî behreyên xwe pêk bînin."

Perwerdevan Şiya Miho ku ji Fakulteya Şano ya Şamê derçûye ev yek anî ziman: "Hatim Kobanê da ku rola şanoyê li Navenda Baqî Xido pêş bixin, nemaze ku ev huner bi awayê akademîk li herêmê tuneye, li gorî ku min dît, li Kobanê hezkirineke mezin ji şanoyê re heye û li benda derfetê guncaw in ku pêş bixin."

Miho diyar kir ku şano li Kobanê lawaz bû, rola xwe li gorî ku dihat xwestin pêk nedianî, lîstikvan jî qanûnên şanoyê pêk nedianîn, ev yek bandoreke neyinî li şanoyê kir. Her wiha got: "Em bi hêvî ne ku ev dewre encamên baş bide."

Şiyar Miho îşaret pê kir ku çareseriya yekane ji bo pêşxistina şanoyê zêdekirina dewreyên perwerdeyê ye û got, şano dengê gelê şoreşger radighîne.

Di dawiya dewreyê de şahiyeke hate lidarxistin û bawername li endamên derçûyî hatin belavkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q-Nqiwur2WI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>