Li Til Rifetê bi hezaran li dijî dagirkeriyê meşiyan

Li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi hezaran şênî li dijî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê meşiyan.

Li Til Rifetê bi hezaran li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li Til Rifetê bi hezaran li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li Til Rifetê bi hezaran li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li Til Rifetê bi hezaran li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li Til Rifetê bi hezaran li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li Til Rifetê bi hezaran li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li Til Rifetê bi hezaran li dijî dagirkeriyê meşiyan
5 tebax, 2021   18:23
ŞEHBA

Bi diruşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin û Efrînê rizgar bikin" bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkerî û êrişên wê yên li ser herêmê daketin qadan.

Şêniyan bi wêneyên şehîdan, pankartên " Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin û Efrînê rizgar bikin" û "Efrîn rûmeta me ye..Em hemû ji bo Efrînê fedayî ne" ji rêya sereke ya navçeya Til Rifetê dest bi meşê kirin.

Şêniyan bi dengekî diruşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û berxwedana şêniyên Efrînê yên li Til Rifetê berz kirin.

Meş li çerxerêya navçeyê veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan axivî û anî ziman ku hemû dewletên hegemon destek da dewleta Tirk a dagirker dema da ku Efrînê dagir bike.

Henan diyar kir ku şêniyên Efrînê berxwedana xwe li kantona Şehbayê didomînin heta ku Efrîn rizgar bike û serî ji siyasetên dewletên komploger re natewînin û wiha domand: "Ji roja dagirkirina Efrînê ve dagirker sûc û binpêkirinên xwe li djiî şêniyan didomîne, komkujiyan li djiî koçberên Efrînê yên li Şehbayê pêk tînin, mînake vê yekê komkujiyên li Til Rifet, Aqîbe ya Şêrawa ye."

Bi navê Meclisa Jina Azad Munîra Mihemed jî diyar kir ku çeteyên ku ji dewleta Tirk re dixebitin bi navê ol şer kirin, sivîl qetil kirin û Sûriyê wêran kirin, heman siyasetên hîna didomînin.

Mîtîng bi bezkirina diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

ANHA