Partiya Sûriya Pêşerojê çareseriyên leşkerî ji bo Derayê red kir

Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundên rojavayê Dêrazorê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî aloziya li Derayê da û banga diyalogan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê da.

Partiya Sûriya Pêşerojê çareseriyên leşkerî ji bo Derayê red kir
5 tebax, 2021   14:50
DÊRAZOR

Daxuyanî bi amadebûna endamên partiyê ji aliyê endamê Rêveber ê Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Mihêmîdiyê ya gundewarê rojavayê Dêrazorê Mihemed El-Receb ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bingehê baweriya me bi xeta şoreşgerî ya ku xwe dispêre êş û hêviyên gelê me di azadî û demokrasiyê de, em teqez dikin ku bi xelkê me yên li Derayê re ne û piştgiriya wê dikin. Her wiha em hemû cûre zordarî û şikandina îradeyê, çareseriyên ewlehî û leşkerî ku rejîm dimeşeîne, dîsa hewldanên wê yên vegerandina rewşa mîna destpêkê û derxistina şoreşê ji navarokê wê red dikin.

Em bang li rejîmê dikin ku pabendî peymanên ku di asta navneteweyî de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hatine îmzekirin û  biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 bin. Careke din em banga çareseriyên bi rêya diyalogên Sûrî dikin, hemû çareseriyên ewelehî û leşkerî red dikin, ji bo avakirina Sûriyeke pirrengî û nenavendî em amade ne bi hemû hêzên niştimanî re diyalogan pêk bînin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vinSbCtnb10" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>