​​​​​​​Matay Hena: Em ji bo parastina gelê xwe fedayî ne

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Til Temirê dan.

​​​​​​​Matay Hena: Em ji bo parastina gelê xwe fedayî ne
5 tebax, 2021   14:38
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Duh leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Til Temirê yên kantona Hesekê bi dijwarî topbaran kirin. Di topbaranê de rasterast sivîl hatin hedefkirin û  koçberî çêbû. Di encama topbaranê de jineke bitemen birîndar bû û 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Di çarçoveya mafên parastina rewa de, hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişên dagirkeriyê da. Bi wê re nuqteyeke dagirkeriya Tirk a li ser girê Menax rûxand û zirareke mezin gihand dagirkerî, çete û cebilxaneya wan.

Têkildarî mijarê, Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay ji ANHA'yê re axivî.

Matay Hena wiha got: "Di çend rojên borî de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li seranserî eniya di navbera me û xwe de zêde kirine. Lê duh jî bi awayekî bêserûber û dijwar û bi çekên giran gundên Til Temirê topbaran kirin."

Hena wiha domand: "Dagirkeriyê gelek gund topbaran kirin, jê jî gundên Asûrî. Ji topbarana wan a bêserûber eşkere dibe ku komkujiyan li dijî sivîlan pêk bînin û koçber bikin."

‛HÊZÊN ME JI BO PARASTINA GEL Û SIVIKIRINA GURBÛNA TOPBARANÊ BERSIVA ÊRIŞAN DA’

Hena da zanîn ku ew Meclisa Leşkerî ya Til Temir û Meclisa Leşkerî ya Suryanî bersiva êrişan dan û wiha pê de çû: "Em di çarçoveya parastina mafên rewa de amade ne bersiva êrişan bidin ku gelê xwe biparêzin."

Hena wiha li gotina xwe zêde kir: "Piştî me tevgerên çeteyan şopandin û çeteyan gundên ewle topbaran kirin, me jî berisva êrişan da. Me li baregeha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li girê Menax da û bargehe rûxand. Di encama bersivdana me de, gelek çete hatin kuştin, gelek birîndar bûn û zirarên mezin bi wan û cebilxaneyê bûn."

‛EM JI BO PARASTINA GELÊ XWE FEDAYÎ NE'

Di axaftina xwe Matay Hena xîtabî gelê herêmê kir û wiha got: "Em ji bo parastina gelê xwe amade ne berdêlan bidin û dê li hember çi dijminahiyê ku hewl bide ewlehiya me têk bibe, bibin mertal."

‛DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ SÛCÊN DAGIRKERIYA TIRK RAWESTÎNE’

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena hêzên Rûsya ya garantpr li ser rev û nepêkanîna berpirsiyariya xwe rexne kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Helwesta ku em ji hêzên Rûsya ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk dibînin nîşan nade ku ew ji bo agirbestê derbasî herêmê bûye. Divê civaka navneteweyî sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê û gelê me rawestîn."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UA5kXI_T5JQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>