Rêjeya serkeftinê di refa 9`an de ji sedî 75 bû

Encamên ezmûnên dawiya salê ya refa 9`an li herêma Cizîrê hat ragihandin. Hevserokê Desteya Perwerdeyê encamên ezmûnan erênî nirxand û diyar kir ku rêjeya serkeftinê ji sedî 75 e.

Rêjeya serkeftinê di refa 9`an de ji sedî 75 bû
5 tebax, 2021   15:17
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di sala perwerdeyê ya 2020-2021`an de, yekemîn car ezmûnên wekhev ji bo refa 9`an li ser asta herêma Cizîrê pêk hat. Piştî bidawîbûna ezmûnên refa 9`an di dîroka 24`ê Hezîrana de pêkhatibû, îro di seat 16:00`an de encamên ezmûnan hatin ragihandin.

Derbarê nirxandina xwendekaran û rêjeya serkeftinê de, Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Salih Ebdo ji ajansa me re axivî û diyar kir ku sala perwerdeyê ya 2020-2021`an ji bo wan saleke taybet û dîrokî bû ji ber ku yekemîn sal bû ku ezmûnên wekhev ji bo xwendekarên refa 9 û 12`an li ser asta herêma Cizîrê tê çêkirin.

Sîstema bidestxistina bawernameya refa 9`an li gorî nirxandina xwendekar e û rêjeya wê ji 100`î ye. Ji sedî 50`î nirxandina xwendekar û şopandina wî ji sala xwendinê tê, 50`î din jî ji encamê ezmûna dawiya salê ya ku bi sîstemeke wekhev li ser asta herêma Cizîrê hat dayîn e.

Ebdo da xuyakirin ku li gorî xebatên ji bo sîstema wekhev ya ezmûnan hat dayîn ew dikarin pêkanîna sîstema ezmûnan bi serkeftî binirxînin û wiha got: “Ji bo refa 9`an rêjeya serkeftinê gihaşt ji sedî 75`î, em vê rêjeyê baş dibînin.”

Ebdo destnîşan kir ku wan ji bo xwendekarên ku derbasî qonaxa amadehî bibin hazirtiyên xwe kirine û wiha dom kir: “Me derdora 20 dibistanên pîşesaziyê, çandinî, bazirganî û tenduristî amade kirine. Ji bo dibistanên petrol û beytera hazirtî têne kirin."

Li gorî daneya Desteya Perwerde û Fêrkirinê hejmara xwendekarên refa 9`an li herêma Cizîrê dighêje 3 hezar û 66.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tqS7tjGRGbQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>