Desteya Perwerdeyê 10 xwendekarên serkeftî yên refa 12 xelat kirin

Îro li Reqayê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendekarên refa 12 ên serkeftî xelat kirin.

Desteya Perwerdeyê 10 xwendekarên serkeftî yên refa 12 xelat kirin
5 tebax, 2021   11:48
REQA

Îro li Reqayê li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê 10 xwendekarên refa 12 ên herêmên Cizîr, Firat û Efrînê bi beşên xwe yên wêjeyî û zanistî, xelat kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş û cîgirên hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El-Ebid û Riyad El-Hefel tev li merasîma xelatkirinê bûn.

/ar/uploads/files/2021/08/05/105353_abd-hamd-almhbash.webp

Di destpêka merasîmê de Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Kewser Doko axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Kewser xwendekarên serkeftî jî pîroz kirin.

/ar/uploads/files/2021/08/05/105322_kwthr-dwkw.webp

Hevserokê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş jî serkeftina xwendekaran pîroz kir û xebatên wan, malbat û mamosteyên wan silav kir.

Di dawiya merasîmê de desteyê wek diyarî laptop li xwendekaran belav kir.

(şx)

ANHA