Li dijî êrişa li ser malbata Dedeogullari yekîtî û têkoşîn pêwîst e

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê li diji erişên li ser malbata Dedeogullari li bajarê Konyayê yê Tirkiyê banga avakirina yekîtiyê û bilindkirina tekoşînê kir.

Li dijî êrişa li ser malbata Dedeogullari yekîtî û têkoşîn pêwîst e
5 tebax, 2021   10:31
QAMIŞLO – ZİNAR YİLDİZ

Di 30’ê Tîrmehê de di encama êrîşeke nijadperest li bajarê Konya yê Tirkiyê li dijî malbata Dedeogullari de 3 jê jin 7 kes hatin qetilkirin. Piştî êrîşê ji hemû aliyên Kurdistanê û cîhanê bertekên tund li dijî êrîşên li ser Kurdan hate nîşandan. Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî di derbarê êrîşên Tirkan ên li dijî Kurdan nêrînên xwe parve kirin.

Endamê Meclîsa TEV-DEM’ê Ayid Îbrahîm got ku di dîroka dewleta Tirk de gelek qatlîamên li dijî  gelan hatine pêkanîn û ev jî berdewama wan qetlîman e û wiha berdewam kir: “Mixabin siyaseta ku li Tirkiyê li hember gelan tê meşandin bû sedema qatlîameke bi vê awayî. Dema em dîroka dewleta Tirk dişopînin dibînin ku gelek qatlîam li ser gelê Kurd, Ermen, Suryan û Ereban pêk anîne. Dewleta Tirk ji salên 1920’an ve ku ava bûye heta niha li ser gelan qirkirina pêk tîne. Di encama vê siyasetê de îro jî çeteyên Erdogan bi awayekî nîjadperest û hovane êrîşî malbateke Kurd kir.”

Îbrahîm da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP nêzî 20 sal e siyaseteke nîjadperest li hemberê Kurdan dimeşîne, tu carî naxwaze Kurd azad bijîn û xwe bigihînin mafên xwe, her tim dixwaze Kurdekî kole, Kurdekî ku jê re dibêje ‘ezbenî, ez amade me, ez koleyê te me’ ava bike.

“BİNGEHA HEMÛ PIRSGIREKAN TECRÎDA LI SER RÊBER APO YE!”

/kr/uploads/files/2021/08/05/103326_eyid-ibrahm.webp

Îbrahîm da xuyakirin ku ji ber encama siyaseta nijadperest, dewleta Tirk li aliyekî êrîşî hêzên azadiya Kurdistanê û civakê dike, li aliyêkî êrîşî HDP û siyasetmedarên Kurd dike û ji aliyê din ve jî êrîşî kesên aştîxwaz, demokrat, hiquqnas û parezêran dike û Tirkiye ber bi şerekî qirêj û aloziyeke kûr ve dibe.

Di derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo de jî Îbrahîm destnîşan kir ku sûcên Erdogan ên ku di dema derbasbûyî de pêkhatine, di encama tecrîda li ser Rêber Apo de bû, ji ber ku xwestin hizrên azad, hizrên wekhevî û biratiya gelan bi tecrîdê bêdeng bikin. Îbrahîm derbarê mijarê de ev tişt got, “Bûye demek tecrîdekê di nava tecrîdê de li ser Rêber Apo didin meşandin. Ne dihêlin malbat here serdanê, ne jî dihêlin parêzer herin. Ev kiryar bi giştî li dijî qanûna cîhanî ye. Mafê her kesên girtî yên siyasî heye ku malbatên wan û parêzerên wan serdana wan bikin.”

`YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN Û TÊKOŞÎNA XWE XURT BIKIN`

Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de xemgîniya xwe li hember qetlîama malbata Kurd a li Konyayê anî ziman û bang li gelê Kurd û hemû gelên Tirkiye kir da ku yekîtiya xwe ava bikin û tekoşîna xwe xurt bikin. Di heman demê de Îbrahîm da zanîn ku desthilata AKP-MHP a faşîst bi wan kiryarên xwe dixwazin gelê Kurd, kesên demokrat û aştîxwaz bitirsînin da ku nikaribin dengê xwe bilind bikin.

Îbrahîm bal kişand metirsiya buyerên bi heman rengî û wiha axivî, “Îro tiştên li Konyayê li dijî malbateke Kurd çêbûye, sibe wê li dijî malbateke Ermenî û du sibe jî li dijî malbateke Tirk pêk were. Daxwaz û bangawaziya me ji gelê me û gelê Tirkiyê bi giştî ew e ku yekîtiya xwe ava bikin û têkoşîna xwe li hember desthilata Erdogan û siyaseta wî bi pêş bixin.

Di dawiya axaftina xwe de Îbrahîm da zanîn ku weke gelê Rojava û saziyên civaka sîvîl ên li Rojava bi çalakiyan û meşan dengê xwe digihînin cîhanê, saziyên mafên mirovan û kesên aştîxwaz da ku qetlîamên bi vê awayê dubare nebin. 

`ARMANC TUNEKIRINA ÎRADEYA GELAN E`

Li ser heman mijarê Berpirsa Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Taz Başa jî di nirxandinên xwe de bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a tunekirinê û got dewleta Tirk vê siyaseta êrîşkar li ser hemû Kurdistanê dimeşîne. Her wiha desnîşan kir ku êrîşên ku li ser Kurdan tê meşandin çavkaniya xwe ji dîroka dewleta Tirk a dagirker digire û wiha domand:“Li tevahî bajarên me êrîşî dîroka me, darên me û xwezayên me dikin. Planên xwe yên herî qirêj li ser welatê me pêk tînin. Li aliyê Başûr êrişî hêzên gerîla dikin. Divê em ji bo valaderxistina planên dewleta Tirk a faşîst têbikoşin. Ji ber armanca dewleta Tirk a faşîst şikandina îradeya Kurdan li çar aliyê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk a faşîst dibêje ‘dema li ser kevirekî biçûk jî navê Kurdistanê were nivîsandin ez ê wî kevirî tune bikim’. Pêwîste gelê me jî vê rastiya dijminê me baş bizanibe."

`HEMÛ JINÊN KURD HEDEF IN`

/kr/uploads/files/2021/08/05/103404_taz-basa.webp

Di mijara hedefgirtina jinan de jî Taz Başa da xuyakirin ku jin bingeha avabûna civakê ye, ji ber wê tê hedefgirtin û wiha berdewam kir: “Divê jin li dijî dijmin û dagirkeriyê derkevin û teslîm nebin, berovajî wê divê îradeya xwe xurt bikin û serkeftinê esas bigirin. Divê bizanibin ku êrişa ku îro li ser vê jinê pêk hatiye wê siba li dijî jineke din pêk were. Li giştî Kurdistanê hemû jin hedef in. Em weke Kurd vê mijarê tenê ji bo beşekî Kurdistanê nagirin dest. Li her çar aliyên Kurdistanê jin û bi taybet jinên azadîxwaz û aştîxwaz di armanca dijmin de ne. Mînaka wê jî Denîz Poyraz e. Niha zindanên dimin tijî jinên Kurd ên azadîxwaz û aştîxwaz  in."

`Lİ HEMBER ÊRÎŞAN BERSİVA RAST YEKÎTÎ YE`

Taz Başa destnîşan kir ku her çiqas di navbera Kurdan de nakokî û dijberî hebin jî divê yekîtiya xwe ava bikin û bi yek dengî li hember faşîzma dewleta Tirk bisekinin. Ji ber ku dewleta Tirk hemû Kurdan û destkeftiyên wan dike armanc û got: “Di navbera dijminên me de çiqas dijbertî hebin jî dema mijar dibe Kurd, dibin yek, divê gelê Kurd jî dema mijar dibe dijmin û dagirkerî, bibin yek. Lewazbûna hêzekê ji hêzên me lewazbûna tevahî Kurdan e. Tunebûna hêza gerîla tunebûna her çar parçeyên Kurdistanê ye. Em ê her tim li pişta hêza xwe ya gerîla bin."

Di dawîya axaftina xwe de Taz Başa bang li tevahî Kurdan kir ku li hember siyaseta dewleta Tirk a faşîst û dagirker hişyar bin û li hemû Kurdistanê bi yek dengî li dijî sûc û kiryarên wê bisekinin. Taz Başa derbarê girîngiya yekîtiyê de jî ev nirxandin kir:“Banga min ji hemû hêzên Kurdan ew e hêza xwe bikin yek. Pêwîstiya me bi yekkirina hêzê heye. Bila gel bi yek helwestê ji hemû partiyên Kurd, nivîskar, rewşenbîr û demokratan re bibêjin, bibin yek, bibin rihek û li qadan bin, ji ber ku xeteriyeke mezin li dijî me heye. Derfeta vê yekîtiyê jî îro ji hemû deman zêdetir e.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/f7_p1-RRZHI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>