Li gundewarê Derayê erebeya hêzên hikumeta Şamê hate hedefgirin

Li rojhilatê gundewarê Derayê hinek çekdaran êrişî erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê kir. Tê gotin ku di encama êrişê de kuştî hene.

Li gundewarê Derayê erebeya hêzên hikumeta Şamê hate hedefgirin
5 tebax, 2021   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got li ser rêya di navbera Nahta û Besir El-Herîr ên rojhilatê gundewarê Derayê, çekdaran gule li erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê reşandin. Li gorî agahiyan di nava kuştî û birîndaran de efser hene. 

Hêzên hikumeta Şamê bersiv da û derdora Nahtayê bi moşekan topbaran kir. Lê heta niha tu agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxisitn.

Heta niha aramiyeke baldar li Derayê heye û komîteya danûstandinan û nûnerên hikumeta Şamê, negihîştine lihevkirineke dawî.

 (şx)