​​​​​​​DAIŞ`ê duh êrişî Mexmûr û Hewlêrê kir

Çeteyên DAIŞ`ê duh bi şev li herêma Mexmûrê û Hewlêrê 3 caran êriş kirin.

​​​​​​​DAIŞ`ê duh êrişî Mexmûr û Hewlêrê kir
5 tebax, 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ li herêmê zêdetir dibe. Duh bi şev çeteyan li Herêma Mexmûrê û Hewlêrê 3 êriş kirin.

Der barê êrişan de yek pêşmergeyên li eniya Mexmûr Xazî Feysel, ji Rojnews re axivî. Feysel got ku duh bi şev di saet 10:30’an de çeteyên DAIŞ êrişî nav gundê Sêbiryan ê ser bi Hewlêrê ve kirin.

Xazî Feysel got ku çeteyan welatiyê bi navê Yûsif Nemir Reşîd (17) ji gund revandin. Lê piştî hêzên Iraq û xelkê gund ketin pey çeteyan, çete neçar man Yûsif berdin.

Xazî Feysel her wiha diyar kir ku duh bi şev çeteyan li gundê Mehmudî ya ser bi Mexmûrê, 5 hewan avêtin hêzên Iraqê. Piştî kêmek şer qewimî, çete ber bi çiya reviyan.

Xazî Feysel di dewamê de got ku çeteyan heman şev trafoyek ceyranê ya li ser rêya Hewêr û Mexmûr jî kirine hedef û teqandin. Xazî da zanîn heya niha jî xelkê Mexmûrê bê ceyrane.