QSD`ê têkildarî komkujiya Sefawiyê: Dewleta Tirk di şer de bi îsrar e

Fermandariya Giştî ya QSD`ê komkujiya li gundê Sefawiyê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta Tirk ve bişopîne. QSD`ê diyar kir ku dewleta Tirk bi îsrar e ku şer û koçberkirina şêniyên resen bidomîne da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike.

QSD`ê têkildarî komkujiya Sefawiyê: Dewleta Tirk di şer de bi îsrar e
5 tebax, 2021   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Sefawiyê yê rojhilatê gundewarê Eyn Îsayê li dijî malbatekê komkujiyek pêk anî û 4 kes ji malbatekê qetil kirin û dayik û keçeka xwe jî bi giranî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da. QSD`ê komkujî şermezar kir û teqezî bi mafê wan ê parastina rewa û parastina gel û herêmê kir.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

 “Dewleta Tirk a dagirker sûceke din li rêzesûcên xwe yên li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir. Tankên dewleta Tirk duh gundê Sefawiyê yê rojhilatê Eyn Îsayê yê tijî sivîl û koçberên Girê Spî, topbaran kir. Di encamê de 4 sivîl ji malbatekê şehîd bûn, ku 3 ji wan zarok bûn.

Ev sûcê hov teqez dike ku dewleta Tirk bi îsrar e ku şer û koçberkirina şêniyên herêmê yên resen bidomîne, da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Dewleta Tirk bi vê yekê lihevkirinên berê yên bi dewletên herêmî yên têkildar re û di sêrî de Rûsya û Amerîkayê re, binpê dike.

Em vê sûcê şermezar dikin. Di heman demê de em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û gelê xwe re dixwazin. Em bang li hêza garantor Rûsya dikin ku berpirsyariyên xwe pêk bîne û binpêkirinên dewleta Tirk rawestîne. Em teqeziyê bi mafê xwe yê parastina rewa û parastina gel û herêmên xwe li dijî wan destdirêjiyan dikin. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bişopînin û sûcdaran radestî dadgehên navneteweyî bikin.”

(şx)