ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-8-2021`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-8-2021`AN
4 tebax, 2021   23:00

-Şêniyên navçeya Dêrikê û Meclisa Malbatên Şehîdan ên Dêrikê li stada Kurnîş a Beledî şehîdên meha Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê bi bîr tînin saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê dewreyeke şano vedike saet 17:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Têkildarî êrişên nijadperestî yên li ser gelê Kurd Foza Yûsif anî ziman ku hebûn û xwebûna gelê Kurd di bin metirsiyê de ye û got: “Ger em amûrên xweparastinê pêşnexin em ê nikaribin li dijî van metirsiyan rawestin.” (BI WÊNE)

- Li ser fermana 3`yê Tebaxa 2014`an 7 sal derbas bûn, lê hîna jî hêzên dijberî îradeya Êzidiyan li dijî wan komployan amade dikin. Endamekî Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê teqez kir ku bi ferman hîna berdewam e û divê civaka Êzidî hişyar be.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şervanên YBŞ û YJŞ`ê anîn ziman ku divê gelê Şengalê armanca plan û komployên ku li dijî wan têne kirin nas bikin û got:"Eger beriya 2014`an em li ser fikirê rêber Abdullah Ocalan bimeşiyana, ev komkujî pêk nedihat." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyan teqezî bi berdewamkirina çalakiyên şermezarkirina tecrîda ku dewleta Tirk bi hevkariya hêzên hegemonîk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike, kir û gotin ku şikandina tecrîdê xwesteka hemû gelên azadîxwaz e.(BI WÊNE Û DÎMEN) 

-Rewşenbîran bang li PDK`ê kir ku ji berjewendiyên xwe yên partiyetî dûr bikeve û ji bo berjewendiyên gelê Kurd kar bike. Her wiha destnîşna kirin ku dem hatiye Kurdistan û gelê Kurd bibe yek.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyê eşîra El-Şiêtat a ereb li Dêrazorê Hemed Xidir El-Şerîf bang li civaka navneteweyî kir ku itîrafê bi Rêveberiya Xweser bikin, ji ber ew nûnerê sereke ji rêveberiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Hesekê komkujiya ku dagirkeriya Tirk a li dijî malbata Zêdan Xelef El-Îsa ya ji gundê Sefewiye yê Eyn Îsayê pêk aniye, şermezar kir û da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi vê yekê siyaseta qirkirin û komkujiyan li dijî gelên herêmê berdewam dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Piştî nîqaşên demdirêj ên bi saziyên Rêveberiya Xweser re yên ku têkildarî qada perwerdeyê ya herêma Firatê, li Zanîngeha Kobanê 7 beşên nû hatin zêdekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hola dewatan (zemawendan) a li rojhilatê Til Temirê ya li başûrê rêya M4 ya di navbera Hesekê û Helebê de topbaran kir, di encamê de zirarên madî bi holê bûn û gelek lawirên malbata ku di holê de dixebite telef bûn.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Malbatên Şehîdan ên Helebê piştrast kirin ku ew sûcên derexlaqî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şehîdan red dikin û soza mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan dan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Navendî ya Partiya Hevbendî ya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûrî li  Minbicê Farûq El-Hisên piştrast kir ku qutkirina ava çemê Firatê li ser gelê Sûriyê û qutkirina ava stasyona Elok li ser bajarê Hesekê sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got destwerdana dewleta Tirk sedema dirêjkirina aloziya Sûriyê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berdevkê Hêzên El-Şemal El-Demokratîk Mehmûd Hebîb teqez kir ku rewşa Idlibê pir xirab e û hewldanên dewleta Tirk hene ku herêmên dagirkirî tev li xaka Tirkiyê bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Fermandarê Meclisa Girê Spî Riyad El-Xelef komkujiya ku li dijî malbateke ji gundê Sefawiye yê navçeya Eyn Îsayê pêk hatî şermezar kir û got civaka navneteweyî û hêza garantor Rûsya berpirsên sûcên dewleta Tirk a dagirker in û şirîkên pêkanîna komkujiyê ne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Çavên her kesî li pêşketina buyerên li Dera ya başûrê Sûriyê ye. Şerê domdar ê li wê derê, girîngiya vê parêzgeha ku xwepêşandanan jê dest pê kir û li seranserî herêmên Sûriyê belav bû, piştrast dike. Her wiha binkeftina lihevkirinan nîşan dide.

CÎHAN

Îsraîl ferzkirina qeysan li ser dergehên bi Xezayê re didomîne û nahêle hemû cureyên kel û pelan derbasî Xezayê bibe bi taybet pêdivî û madeyên avakirinê mîna ismentê (çîmento). Ev yek jî bi awayekî neyînî bandor li Xezayê kir ku piştî şerê dawîn bi aloziyan re rû bi rû maye.

ANHA