'Civaka navneteweyî û Rûsya bi bêdengiya xwe şirîkên komkujiya Sefawiyê ne'

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef komkujiya li gundê Sefawiyê yê navçeya Eyn Îsayê şermezar kir û got civaka navneteweyî û garantor Rûsya bi bêdengiya xwe îsbat dikin ku ew di komkujiyê de şirîk in.

'Civaka navneteweyî û Rûsya bi bêdengiya xwe şirîkên komkujiya Sefawiyê ne'
5 tebax, 2021   06:16
EYN ÎSA

Riyad El-Xelef ku ji ajansa me re axivî, komkujiya li dijî malbateke gundê Sefawiyê ku 4 kes hatin qetilkirin û 2 kes birîndar bûn, şermezar kir.

El-Xelef komkujî şermezar kir û bi kiryareke tirsonak bi nav kir. Her wiha bêdengiya hêza garantor Rûsya şermezar kir ku li seranserî eniyên şer hêzên xwe bi cih kirine qaşo ji bo ku rê li pêşiya zêdegaviyên dewleta Tirk û topbarana wê ya lil dijî herêmê bigire.

Di çarçoveya pêkanîna lihevkirina Soçiyê de û ji bo çavdêriya agirbestê, hêzên Rûsyayê li seranserî eniyên şer ên bi dewleta Tirk re yên di navbera bajarê Til Temirê û navçeya Eyn Îsayê de bi cih dibin.

El-Xelef diyar kir ku civaka navneteweyî û Rûsya bi bêdengiya xwe di pêkanîna komkujiya Sefawiyê de şirîk in û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku her tim zêdegaviyên Tirkiyê yên li dijî herêman dibînin û ji bo rawestandina van kiryaran tev nagerin û qanûn û pîvanên navneteweyî yên ku sivîlan dikin armanc pêk naynin.”

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî soza parastina sivîlan û sînorên kantonê da û got ew ê rê li dagirkirina xaka Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bigirin.

Di komkujiya ku duh li gundê Sefawiyê yê navçeya Eyn Îsay hatî kirin de, Zêdan Xelef El-Îsa (45), kurê wî Ziyad (12) û keçên wî Hûda û Mûna bûn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha dayik û keçeka xwe bi giranî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyeke bajarê Reqayê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cirYSOeZn6U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>