Rêveberiya Xweser: Êrişa dewleta Tirk di çarçoveya siyasetên qirkirina gelê me de ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiya li Eyn Îsayê şermezar kir û got:"Êrişa dewleta Tirk di çarçoveya siyasetên qirkirina gelê me de ye."

Rêveberiya Xweser: Êrişa dewleta Tirk di çarçoveya siyasetên qirkirina gelê me de ye
4 tebax, 2021   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî malbateke ji navçeya Eyn Îsayê kirine, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêveberiya Xweser di destpêka daxuyaniya xwe de, êrişa dewleta Tirk şermezar kir û got:"Em êrişa dijminahî ya dewleta Tirk ku roja 4`ê Tebaxê li dijî cihên sivîlan a herêma Eyn Îsayê çêbû, şermezar dikin. Di encama êrişê de, 4 kes ji malbata Zêdan Xelef El-Îsa ku ji şêniyên gundê Sefawiyê ya rojhilatê Eyn Îsayê ne, şehîd bûn."

Rêveberiya Xweser anî ziman ku ev êriş di çarçoveya siyaseta qirkirinê ya ku dewleta Tirk li dijî gel dimeşîne de ye û wiha dewam kir:"Êrişa dewleta Tirk di çarçoveya siyasetên qirkirina gelê me de ye, her wiha paşguhkirina hemû nirxên navneteweyî ye." 

Rêveberiya Xweser, bang li rêxistinên hiqûqî, yên mafên mirovan, saziyên navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya kir ku destwerdanê bikin û sînorekî ji van sûcên dewleta Tirk ên li dijî gel rawestîne.

(kc)