Li eniyên şer ên Til Temirê tevgereke zêde ya çeteyan heye

Li eniya şer a di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û herêmên dagirkirî de li gundewarê Til Temirê tevgereke zêde ya çeteyan heye. Her wiha balafirên keşfê yên girêdayî artêşa dagirker li asîmanê herêmê digerin.

Li eniyên şer ên Til Temirê tevgereke zêde ya çeteyan heye
4 tebax, 2021   12:30
HESEKÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku, ji saetên sibehê ve balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser eniya şer a di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, digerin.

li herêmê tevgera çeteyan zêde bûye û çekên giran hatine bicihkirin.

 (cx)

ANHA