Leyla Mişo: Civaka navneteweyî û Rûsya berpirsên komkujiya Sefawiyê ne

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo got civaka navneteweyî û garantor Rûsya berpirsên komkujiya Sefawiyê ne ku dewleta Tirk pêk anî.

Leyla Mişo: Civaka navneteweyî û Rûsya berpirsên komkujiya Sefawiyê ne
4 tebax, 2021   10:56
EYN ÎSA

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo der barê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh li dijî malbatekê li navçeya Eyn Îsayê pêk anî, axivî.

Îro li gundê El-Sefawiye (3 km rojhilatê gundê El-Şergrak) 4 welatî di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker, şehîd bûn.

Kesên şehîd bûn ev in: Zêdan Xelef El-Îsa (54), kurê wî ziyad (12), keçên wî Mûna û Hûda.

Leyla Mişo komkujiya hovane ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî malbatê hate kirin şermezar kir û ev tişt got: "Dewleta Tirk ji zêdetirî mehekê êrişên xwe li ser gundewarên kantona Girê Spî û gundewarên rojhilatî navçeya Eyn Îsayê, zêde kir. Di êrişên xwe de malên sivîlan bi awayekî yekser hedef digirt. Ev yek li beramberî çavên civaka navneteweyî û Rûsya ya garantor tê kirin û der barê vê yekê de tu helwest diyar nekirine."

Leya Mişo destnîşan kir ku civaka navneteweyî û garantor Rûsya bi bêdengiya xwe, berpirsa komkujiya ku dewleta Tirk li dijî malbata Zêdan Xelef El-Îsa pêk anî.

Leyla Mişo di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û rêxisetinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bike û zextê li dewleta Tirk bike da komkujiyên li dijî sivîlan, rawestîne.

(bx)

ANHA