Şandeyên ji Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Şengalê ne

Di salvegera fermana li dijî Êzidiyan de, şandeyek ji Bakurê Kurdistanê û şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana navenda MXDŞ’ê kirin.

Şandeyên ji Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Şengalê ne
4 tebax, 2021   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro du şandeyên ji Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku duh beşdarê merasîma bîranîna qurbaniyên fermana li dijî Êzidiyan bûbûn, serdana navenda Rêveberiya Xweser a Şengalê kirin.

Di hevdîtinên şandeyan, xurtkirina peywendiyan û piştgirî dayîna Rêveberiya Xweser a Şengalê, hate nîqaşkirin.

Şandeya Bakurê Kurdistanê ya bi pêşengiya parlementerên HDP’ê Feleknas Uca û Semra Gûzel, ji aliyê hevserokên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), cîgirên wan û her wiha hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê ve hatin pêşwazîkirin.

Her wiha şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji Endamên Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Mehmûd El Maemê, Cigirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Hemdan El-Ebid, Hevseroka Destaye Rêveber a Meclisa Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê û Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yûnis pêk tên, ji aliyê rêveberên Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ve hatin pêşwazîkirin.

/kr/uploads/files/2021/08/04/103543_sengal-serdana-sandeya-bakur-rojava-bo-mxds-6.webp

Di hevdîtina du alî de li ser xurtkirina peywendiyên herdu rêveberiyên xweser yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê hate sekinandin û hate gotin wê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her timî li gel daxwazên civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê be.