Li Kobanê şehîdên fermanê hatin bi bîranîn, dewleta Tirk hate şermezarkirin

Şêniyên kantona Kobanê bi meşekê komkujiya 2014`an li dijî êzidiyan, komkujiya li Konyayê û êrişa dewleta Tirk a bi balafira bêpîlot a li Kobanê şermezar kirin.

Li Kobanê şehîdên fermanê hatin bi bîranîn, dewleta Tirk hate şermezarkirin
Li Kobanê şehîdên fermanê hatin bi bîranîn, dewleta Tirk hate şermezarkirin
Li Kobanê şehîdên fermanê hatin bi bîranîn, dewleta Tirk hate şermezarkirin
3 tebax, 2021   18:46
KOBANÊ

Bi armanca şermezarkirina komkujiya 2014`an  li dijî êzidiyên li Şengalê pêk hat, êrişa nijadperestî ya li dijî malbateke Kurd a li Konyayê, her wiha bombebarana dewleta Tirk a li Kobanê, Kongreya Star a Herêma Firatê meşek li Kobanê orgenîze kir.

Bi hezaran şêniyên Kobanê ji Qada Jina Azad a li naverasta bajêr ber bi kolana El-Mehete ve meşiyan. Meş li nêzî Çerxerêya Keracê veguherî mîtîngê û li wir endama Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî û got: "Bi boneya salvegera komkujiya li dijî êzidiyan em sersaxiyê ji Kurd û êzidiyan re dixwazin, di dîroka civaka êzidî de ev rojeke biêş e, ji ber ku êzidî li ser destên DAIŞ`ê ku planên Tirkiye pêk dianî, bi hovîtrîn komkujiyan re rû bi rû ma."

Mizgîn Xelîl ev li gotina xwe zêde kir:" Duh Şengal bû û îro jî li Konyayê ku ji malbatekê 7 kes hatin qetilkirin dîrok xwe dubare dike. Li Kobanê jî li ser rêyan erebeyên sivîlan kir hedef, ev isbat dike ku dewleta dagirker a Tirk li ku derê be li hemberî Kurdan dîn bûye."

Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê ya Herêma Firatê Ehmed Şêxo axivî û ev nirxandin kir: "Birîn di newqa Şengalê û gelê wê de di dîroka mirovahiyê de birîneke kûr e, li ser destên zaliman bi  qirkirinê re rû bi rû man, bi hezaran jin hatin revandin û li bazaran hatin firotin, li ser vê yekê ger ev yek nîşaneya tiştî bike jixwe ew a komploya nû ya li dijî Kurd û êzidiyan e."

Ehmed Şêxo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ger em di dîroka destpêkirina Şoreşa Rojava de bifikirin, em ê bibînin bê kî parastina vî gelî dike û kî bi dijminê mirovahiyê re planan li ser wan datîne, serkeftina li Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ`ê hate pêkanîn berdêla wê bajarê me Serêkaniyê û Girê Spî dan ku tevahiya dewletan li hemberî sûcên dewleta dagirk pêk anîn bê deng man. Ji lewma komkujiyên din pêk anî, lê belê em xwe naspêrin tu kesî şehîdên me rêya me û dereng an nêzîk be em ê bi ser bikevin."

Çalakî bi diruşmên bangên hesabxwestina ji deweleta dagirker a Tirk bi dawî bû.

(eh)

ANHA