Şengalî li dijî fermanê li qadan bûn

Li Şengalê di sala 2014’an de li ser civaka Êzidî qirkirineke mezin hatibû kirin. Di salvegera qirkirinê de cangoriyên qirkirinê hatin bîranîn û soza tolhildanê hate dayîn.

Şengalî li dijî fermanê li qadan bûn
3 tebax, 2021   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser civaka Êzidî qirkirineke mezin hatibû kirin. Di salvegera qirkirinê de bi pêşengiya Komîteya Kar û Barên Şehîdên Şengalê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Rêveber û endamên TAJÊ, PADÊ, REJAK, parlementerên HDP’ê Semra Guzel û Feleknas Ûca, heyeteke ji Başûrê Kurdistanê û bi hezaran Êzidî tev li merasîmê bûn.

Endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (REJAK) Destîna Germiyanî di bîranînê de axivî û got “Ferman êdî ne li Şengalê divê li Başûrê Kurdistanê were hîskirin. Kesên bûne sedema fermanê li Başûrê Kurdistanê desthilatdar in. Ji bo darizandina wan divê her tişte were kirin. Ev ferman ji bo me wekî Helebçe û Enfalê ye.”

Piştî axaftinan di çarçoveya bernameya bîranînê de gorên komî yên li Gir Zerek, Til Ezer, Sîba Şêx Xidir hate ziyaretkirin. Bernameya bîranînê bi vêxistina mûmên li ser goristanan bi dawî bû.

Cangoriyên di êrişa DAIŞ’ê de hatibû kuştin li 80 gorên komî hatibûn veşartin. Heta niha li 12 goran xebatên kolandinê hatine kirin û hestî hatine derxistin.

DI DESTÊ SIBEHÊ DE MEŞEK HATE LIDARXISTIN

Di salvegera 7’emîn a komkujiya li ser Êzidiyan de li Şengalê meşeke girseyî hate kirin. Di destê sibehê de bi qasî 5 deqîqeyan jiyan hatibû sekinandin. Meş li bajaroka Sinûnê dest pê kir û heta qada şehîd Zerdeşt domiya. Parlementerên HDP’ê Semra Guzel û Feleknas Ûca, Tevgera Ciwanên Êzidî, TAJÊ, PADÊ, Meclîsa Gel, alimên Olî yên Êzidî jî di nav de gelek kes tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta ‘Tolhildana 74 fermanan, xweparastin e’ hate vekirin û sloganên ‘Bijî berxwedana Şengalê’ û ‘Bimire Îxanet’ û ‘Êzidî natirsin’ hatin berzkirin.

Piştî rêzgirtina bi qasî deqîqeyekê yek ji Fermanarê YBŞ’ê Pîro Şengalî axivî. Şengalî cangoriyên qetlîamê bi bîr anîn û diyar kir ku ew ê di hemû şertan de Şengalê biparêzin.

Piştre li ser navê Alimên Olî yên Êzidî Man Bedel axivî. Bedel qala têkoşîna Êzidiyan a li hemberî qetlîaman kir û diyar kir ku berxwedana li hemberî qirkirinan di sond û ayetan de jî heye.

Meş bi sloganên ‘Bijî berxwedana Şengalê’ û ‘Bimire xiyanet’ bi dawî bû.