​​​​​​​Di şerê  24 saetan ê li Efganistanê de bi kêmanî 40 sivîl mirin

NY’yê ragihand ku di şerê 24 saetan ê di navbera hêzên Efganistan û tevgera Talîbanê de bi kêmanî 40 sivîl mirin.

​​​​​​​Di şerê  24 saetan ê li Efganistanê de bi kêmanî 40 sivîl mirin
3 tebax, 2021   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

NY’yê ragihand ku di şerê 24 saetan ê hêzên Efganistan û tevgera Talîbanê de yê li Lashkar Gah a paytexta wîlayeta Helmand a başûrê welat derket de herî kêm 40 sivîl mirin.

Artêşa Efganistanê bang li welatiyan kir ku malên xwe vala bikin da ku dest bi êrişan li dijî Talîbanê bikin. General Samî Sadat bi rêya dezgehên ragihandinê xîtabî welatiyên bajêr kir: "Di zûtirîn demê de derkevin da ku em karibin dest bi operasyona xwe ya li dijî Talîbanê bikin."

Ji çend rojan ve, piştî ku Talîbanê Lashkar Gah dorpêç kir şerekî tund diqewime. Talîban 15 kanalên radyo û televîzyonê yên bajêr kontrol kirin.

Piştî artêşa Amerîka dest bi qonaxên vekişîna ji Efganistanê kir, ji destpêka Gulanê ve şer li tevahî Efganistanê dijwar bûye. Bi vekişîna Amerîkayê re Talîbanê dest bi êrişeke berfireh li tevahî welat kir.

Şandeya NY’yê di twîttekê de fikarên xwe derbarê rewşa li Lashkar Gah de nîşan da û got ew ê alîkariya Afganistê bike. Her wiha banga agirbestê kir.

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku di 24 saetên dawî yê şer de bi kêmanî 40 sivîl hatin kuştin.

Li gorî rêxistina " Save the Children", di encama şerê li tevahî welat de ya ji destpêka Hezîranê ve nêzî 8 hezar zarok koçber bûn. Her wiha gelek dibistan û avahiyên tenduristiyê zirar dîtin.

Şandeya NY’yê da zanîn ku di destpêka îsal de hezar û 659 sivîl hatin qetilkirin û 3 hezar 254 sivîl birîndar bûn, lê ev yek ji sedî 47 ji ya par zêdetir e. Lê di du mehên destpêkê yên êrişên Talibanê de nîvê wê hejmarê mirin.

Di roja înê de Nivîsgehên şandeya NY’yê yên li bajarê Herat rastî êrişan hatin, di encamê de polîsekî Efganistanê hat kuştin.

(fr)