YBŞ’ê bi merasîmkê şehîdên fermanê bi bîranîn

Şervanên YBŞ’ê yên ji pêkhateya Ereb, li Deriyê Şilo a Şengalê bi merasîmekê şehîdên fermanê bi bîranîn. Fermandarê YBŞ’ê Xelîl Ereb got, êdî şervanên Ereb û Êzidî di heman çeperan de dijî DAIŞ’ê şer dikin.

YBŞ’ê bi merasîmkê şehîdên fermanê bi bîranîn
3 tebax, 2021   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî bi merasîmek leşkerî, şehîdên fermanê bibîr anîn.

Di merasîma leşkerî de yek ji fermandarên YBŞ’ê Xelîl Ereb axivî, Xelîl Ereb destpêkê komkujiya li ser Êzidiyan bi tundî şermezar kir û behsa êrişên hovane yên DAIŞ’ê kir. Xelîl got; “Di van êrişan de gelek windahî û komkujî çêbûn. Piraniya kesên ku hatin revandin, kuştin û di qatlîaman re derbas bûn keç û jinên Êzidî bûn û ji vê wehşetê para xwe girtin. Ji bo vê jî ev roj ji bo me rojekê xemginiyê ye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Xelîl Ereb şervanên di oxira Şengalê de şehîd bûne bibîr anîn û wiha berdewam kir: “Heger ku em niha di vê xakê de bi parastî kom dibin, bi saya hevreyên ku li ser wê xakê xwîna xwe dayîn e.

Îro piştî ku di herêmê de Yekîneyên Berxwedana Şengalê avabû, di bin sîwana yekitiya gelan de hemû pêkhateyên herêmê bûne yek û dikarin bi hev re DAIŞ’ê têk bibin. Me karî ku tiştek ku DAIŞ’ ê tune kiriye em îro bi berxwedaniya xwe bi dest dixin. Ji ber ku pêkhateyên Ereb û Êzidî di roja me ya îro de di eynî çeperan de şer dikin.”

Fermandar Xelîl Ereb di dawiya axaftina xwe de jî got; “Di roja reş a fermanê de PDK’ê me tenê hêlan. PDK’ê, bi hevkariya DAIŞ’ê re wekî di tepsiya zer de keç û xortên Êzidxanê teslîmê DAIŞ’ê kir. Ji bo vê jî em ti caran rê nadin ku hêzên mîna PDK’ê berê xwe bidin Şengalê. Her wiha em spasiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK ) dikin. Em wekî şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê li hemberê DAIŞ û kesên mîna DAIŞ’ê bi hêz in.”

Merasîma leşkerî bi dirûşmeyan bi dawî bû.