Hêzên hikumeta Şamê bajarok û gundewarên Derayê topbaran kir

Piştî binketina danûstandinan di navbera şandeya hikumeta Şamê û komîteya navendî de, hêzên hikumeta Şamê bajarok û gundên li bajarê Derayê topbaran, kirin. 

Hêzên hikumeta Şamê bajarok û gundewarên Derayê topbaran kir
3 tebax, 2021   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku nuqteyên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora bajar, bajarok û gundên herêma Derayê, Dera El-Beled topbaran kir. Her wiha hêzên hikumeta Şamê, Tefes, El-Mizêrîb û El-Yadûda bi mûşekên giran topbaran kir.

SOHR'ê diyar kir ku gelek sivîl ji Dera El-Beled û Dera El-Meheta koçberî gundewarên nêzî bajêr bûn.

Çavkaniyên SOHR'ê ragihand ku danûstandinên li Derayê heta îro dewam bikin.

Tevî ku komîteya navendî ya li Horanê bersiveke zelal ji bo leşkeriya neçar neda jî, lê şandeyek ji şêniyan û komîteya danûstandinê daxwaza leşkeriya neçarî di lîwayê 8`an kirin.

(dx)