Heyder Reşîd: Dem dema azadiya rêber Ocalan e

Endamê Komîteya Perwerdê ya Kantona Efrînê Heyder Reşîd da zanîn ku tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan, bi ferman û daxwazên dewletên NATO'yê ye û got dewleta Tirk tenê bi şêwazê faşîzane vê biryarê NATO'yê bi cih tîne.

Heyder Reşîd: Dem dema azadiya rêber Ocalan e
3 tebax, 2021   04:32
 ŞEHBA -LEYLA LORÎN

Di nava raya  giştî ya cîhanê û Kurdistanê de  her ku diçe li dijî tecrîda girankirî ya ku bûye 22 sal in di şexsê rêber Ocalan de tê pêk anîn, nerazîbûn û bertek zêde dibin.  

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Efrînê Heyder Reşîd têkildarî vê mijarê ji ajansa me ANHA'yê re axivî.

‘FIKIR Û FELSEFA RÊBER OCALAN TÊ HEDEFGİRTİN’

Heyder Reşîd diyar kir ku tecrîda girankirî ya bi rasthatina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re, bi şêwazê îşkencê li ser rêber Ocalan, tevgera azdiyê, girtiyên azadiyê û her wiha li ser gelê Kurd tê pêkanîn û bi destê NATO’yê tê meşandin û wiha got:” Tecrîda girankirî ya ku niha bi şêwazê îşkencê li awe rêber Ocalan tê meşandin tu qanûnên mafên mirovan wê qebûl nakin. Agahiya me ji rêberê me nîn e. Tecrîd û kiryar ji bo mirovahiyê sûcê herî mezin e. Ev sûcê devmirovî di şexsê rêber APO de li hemberî gelê Kurd tê kirin. Dewletên NATO'yê vê yekê bi polîtîkayê AKP’ê û MHP’ê yên faşîzane dikin, gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û bazirganî xistine hedefê. Rêber Ocalan bi paraznameyên xwe û bi hêza têkoşîna azadiyê hemû berjewendî û projeyên ku li ser înkara Kurd hat avakirin têk birin. Ji bo wê hêza modernîteya kaptatalîst fikir û felsefeya rêber Ocalan ji bo xwe xeter dibîne û vê tecrîda girankirî li ser rêber Ocalan û gelê Kurd dimeşîne. Dewletên ku li gorî berjewendiyên xwe komploya navneteweyî pêk anîn, niha jî dixwazin di şexsê rêber Ocalan de bi rêbazên tecrîda girankirî û îşkencê, dawî li tevgera azadiyê û nirxên azadiyê bînin”.  

‘BÊDENGIYA CPT DIVÊ NEYÊ QEBÛLKIRIN’

Heyder Reşîd bal kişand ser saziya CPT’ê ku bi erkên xwe yên mirovî narabe û wiha pê de çû:” Mirvo ji saziya CPT’ê re bibêje saziya navneteweyî û saziya bin venêrîna hêzên şerxwaz ên ku niha bi şer Kurdistanê dagir dikin, hîn wê baştir be. Ji ber li hemberî vê bêmafiya ku li ser gelê Kurd û rêberê Ocalan tê pêkanîn, bi erkê xwe ranabe û perpirsyariya xwe bi cih nayne. Ev çendîn car e parêzerên rêber Ocalan serlêdanê wî dikin, lê dîsa jî bê deng in. Ger ku ev ne şirîkatiya hêzên komologer bin, lê çi ye? Ji bo wê divê raya giştî ya cihanê û hêza Kurdistanî vê helwesta CPT’î qebûl nekin”.

‘GELÊ KURD WÊ BI SAYA BERXWEDANA RÊBER OCALAN DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNE’

Heyder Reşîd di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana rêber Ocalan û wiha got:” Rêber Ocalan bi xwe çavkaniya hemû berxwedanê ye; ku niha li seranserî Kurdistanê berxwedaneke bêhempa û mezin heye. Li dijî kiryar û sûçên dewleta Tirk ku dixwaze bi dagirkeriyê, xwe li Kurdistanê berfireh bike, di şexsê rêber Ocalan û gerîlayên azadiyê de têkoşîneke pir mezin tê kirin. Em weke gelê Kurd û gelê Efrînê li ser şopa Mezlûman û li ser şopa hemû şehîdên azadiya Kurdistanê li ber xwe bidin û em ê bi berxwedanê dawî li tecrîdê bînin û dem dema azadiya rêber Ocalan e”.   

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4uVDVYZ0dJs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>