Lahor Şêx Cengî: Dixwazin min bi zorê ji Kurdistanê derxin

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî der barê nakokiyên nava partiya xwe û demdayîna wî ya ji bo derketina ji Kurdistanê de, peyamek belav kir. Lahor Şêx Cengî got, “Ji min re hatiye gotin, divê ji Kurdistanê derkevim. Ger dernekevim wê bi zorê min derxin. Li dijî hemû planan ez amade me li ber xwe bidim.”

Lahor Şêx Cengî: Dixwazin min bi zorê ji Kurdistanê derxin
2 tebax, 2021   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê  YNK’ê Lahor Şêx Cengî peyamek bi dîmen belav kir tê de behsa nakokiyên nava YNK’ê û hewldanên derxistina wî ya ji Kurdistanê kir.

Lahor Şêx Cengî di peyama xwe de diyar dike wî ji bo ewlehiya bajarê Silêmaniyê û Başûrê Kurdistanê bi giştî heta niha li beramberî planên 8’ê Tîrmehê bêdengî hilbijartiye û xwestiye pirsgirêk bi rêya diyalogê û rêziknameya partî were çareserkirin.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Şêx Cengî dibêje; “Min bi mercê ku komîsyonek were avakirin û di derbarê îdiayên li ser min tên gotin de xwest lêkolînekê bikin û rastiya wê ji raya giştî re eşkere bikin. Bi vê mercê min erk û desthilata xwe radestî hevalê hevserok kir. Lê mixabin diyar e ji ber astengiyan partiyê, min nekarî ev komisyon ava bikira. Piştî bêhêvîbûna min a ji mekteba siyasî min biryar da, ku serî li dadgeha Silêmaniyê bidim û hemû tawanbariyên li dijî min, bi rêya dadgehê bigihînim encamê.”

Di beşek din a peyamê de Şêx Cengî dibêje; “Niha Herêma Başûrê Kurdistan di rewşeke dijwar a siyasî, ewlehî, aborî û civakî de derbas dibe. Gelê me ji ber siyaseta şaş a partiyên desthilatê partiya min jî di navê de, ketine rewşeke gelek zehmet. Ji bona wê min nedixwest hîn zêdetir barê li ser milê gelê xwe girantir bikim. Ger min zanîba ku wê pirsgirêkên gelê me û bi dawîanîna gendeliyê û bi dawîanîna Lahor Şêx Cengî û dûrketina wî ya ji welat be, niha ji zû de min ê ew yek bikira. Lê dixwazim gelê xwe şiyar bikim ku ev plana ku li holê ye, planeke gelek metirsîdar e. Di nava çend salên borî de me hewl da YNK’ê bikin xwedî biryareke serbixe û nekeve bin bandora tu hêzeke din. Di heman demê de me xetên xwe yên nîştimanî û netewî destnîşan kiribû. Bi tu awayekî ne amadebûn bikevin bin komployeke herêmî. Me bi hemû hêza xwe hewl da devera kesk biparêzin, serweriya yasa, azadiya ragihandin û fikrî, ewlehiya xelkê xwe çêkin. Ji bo vê yekê jî me baceke mezin da. Ev plangeri jî beşeke ji wê baca ku me bidaya. Em hîn di destpêka plangeriyê de ne, wê gelek kiryarên metirsîdartir li pey xwe de bîne.”

Lahor Şêx Cengî di dawiya peyama xwe de got: “Ez dixwazim li vê derê endam, kadro, alîgir û gel agahdar bikim, ji min re hatiye ragihandin ku ez ji Kurdistanê derkevim. Biryar dane ger dernekevim, wê bi zora hêza hikûmî bi ser mala min de bigrin û min ji Kurdistanê dûr bixin. Tişta ji destê min were, bi piştgiriya dilsozane ya gelê hêja ez ê bikim, heta em ji vê rewşa ku herêma me tê de derbas dibe, rizgar bibin. Ji ber ku min biryar dabû, xizmetkarê civakê û xelkê Kurdistanê bim.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MxEUJ_cVx_U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>