Casim El-Reyaş banga naskirina Rêveberiya Xweser kir

Hevserokê Meclisa Sivîl a Herêma Rojava ya Dêrazorê Casim El-Reyaş got: "Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk e, berhemê keda 12 hezar şehîd û 21 hezar birîndar e. Ev proje xizmeta gel dike, ji lew re divê were naskirin."

Casim El-Reyaş banga naskirina Rêveberiya Xweser kir
3 tebax, 2021   03:49
DÊRAZOR

 Casim El-Reyaş ji ANHA'yê re axivî û banga naskirina Rêveberiya Xweser kir û got Rêveberiya Xweser di aliyên leşkerî û sivîl de berdêlên giran dan û bi beşdarbûna Koalîsyona Navneteweyî rêxistina terorîst a DAIŞ'ê têk bir.

Her wiha got: "Divê civaka navneteweyî û saziyên hiqûqî yên navneteweyî îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bikin, ji ber xwedî bernameyeke demokratîk e, xizmeta gel û mirovahiyê dike. Ev rêveberî berhemê keda 12 hezar şehîd û 21 hezar birîndar e."

El-Reyaş bal kişand ser berxwedana QSD'ê û wiha domand: "Hêzên Sûriya Demokratîk herêm ji zilm û terorê rizgar kirin, Rêveberiya Xweser bi meclisên wê yên rêveber û qanûnsaz di demeke kurt de serkeftinên mezin pêk anîn."

Casim El-Reyaş îşaret bi avakirina rêveberiyên xweser kir û ev tişt got: "Ji bo xizmeta welatiyên Sûriyê ne, çarenûsa gelê Kurd ew e ku îtîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin. Ji ber vê yekê divê tevahî cîhan îtîrafê pê bike. Ji ber ku çareseriya yekane ji hemû şer û nakokiyên li herêmê ye, çi nakokiyên siyasî be an jî leşkerî be."

Casim El-Reyaş diyar kir Rêveberiya Xweser dihêle ku civak demokratîk bibe û di aliyên fikirî  û tenduristî de bi pêş dixe û xizmeta welat dike. Herî dawî bang li "Kesyaetên eşîr, rewşenbîr û rêveberên li herêmê kir ku ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixebitin."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QApdZ_uPGoE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>